Ji bo dîwanê, ji endamên Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanya (YEK-KOM) ê Bahaddîn Dogan, ji komisyona malbatên şehîdan a Stuttgartê Mehmet Orak û li ser navê tevgera jinan a Stuttgartê Helîme Gökçen hatin hilbijartin. Di Kongreyê de, siyasetmedar û nivîskarê Kurd Muzaffer Ayata, ku wekî mêhvan beşdarî kongreyê bû axaftinek kir. Ayata, di destpêkê de rewşa siyasî ya dawî nirxand û bal kişand li ser girîngiya sazî û dezgehên Kurd ên li Ewropa.  Ayata bal kişand li ser berpirsyarîyên Kurdan yên di vê demê de û bi taybetî girîngiya xwedîderketina li rêxistin û saziyan. Di kongreyê de Bahaddîn Dogan jî axifî û di axaftina xwe de, sazî û dezgehên Kurd ê li Ewropa wekî nasnameya Kurd a netewi bi nav kirin û bal kişand li ser girîngiya xwedî lê derketina sazî û dezgehen netewî. Dogan, her wiha kongreya hate li darxistin wekî kongreya awarte nirxand û di wi wari de rêveberiya komeleyê jî hate rexnekir.  Piştî nirxandina raporan, hilbijartina rêveberiya nû pêk hat.  Silviya Talu, Azîz Amed, Abdullah Cabas, Mehtap Kahraman, Sabiha Koç, Musa Gelerî, Mehmet Akkuş, Oguzhan Kara ve Mehmet Cebedag ji bo rêveberiya nû a Komele yê hatin hilbijartin.


ABDURRAHMAN KARATAŞ - STUTTGART