Li bajarê Almanya Waiblingenê ye ku gelek Kurd lê dijin, xebatên jinên Kurd ên alîkarî û çandî berdewam dikin. Saziya girêdayî şaredariyê bajêr a bi navê Înternasyonale Familien Treffe ku jinên Kurd jî bi navê xwe di navde cîh digirin û her wiha xebatên xwe yên ji bo alîkarî û çandî didin meşandin, heta niha gelek caran mohra xwe li gelek xebat û projeyên girîng xistine. Heta niha xebatên folklorê, sazê, dersên çanda Elvîtiyê û hwd. hatin meşandin. Bi vê mebestê ku xebatên xwe li navenda mala Burger Aksiyonê didin meşandin, ji bo zarokên Kurdê li heremê dijîn, bi şaredariya bajêr û rayadarên dibistanê re ketin nav têkiliyê, ji bo zarokên Kurd daxawaza perwerda zimanê Kurdî kirin. Daxaza wa piştî ji aliyê şaredariyê ve bi erênî hate pejirandin û erê kirin, ji bo perwerdeya zimanê Kurdî li heman bajarî li navenda mala Burger Aksiyonê ev wekî dû miha ye, ji aliyê mamoste Abdurrahman Karataş ve bi tevlîbûna 20 şagirtên temenê wan ji heft sali hetanî bigihe çardeh saliyê Kursa zimanê Kurdi, ku her hefte yê roja yeksemê saet ji 11 an hetani 13 an tê dayin, bê navber berdewam dike. Ev koma jinên Kurd ku xebatên xwe bi şîara 'Alîkarî di xwezaya me de heye' didin meşandin li ser navê wan Aygul Aras, daxuyakirin ku xebatên wan û têkiliya wan ne ji bo gelekî tenê ye. Aras dest nîşankir ku xebat û têkiliyên wan bi gelê biyanî û Almana re jî hene û her wiha bi vê armancê em wekî Koma Kurdische Fraun mala Burger Aksiyonê heftiyê sê roja pêk tinin û xebatên xwe di nava wê da didin meşandin. Piştî li bajarê Waiblingenê Kursa zimanê Kurdî dest pê kir, Kurdê li bajarê Stuttgartê dijîn jî bi heman mebestê ketin nav hewldanan û daxwaza perwerda zimanê Kurdî kirin. Li Stuttgartê jî Kursa zimanê Kurdî ji aliyê mamoste Abdurrahman Karataş ve bi 15 şagirtah ku piraniya wan jinin her roja yekşemê saet ji 14.00'an hetanî 16.00 an tê dayin berdewam dike.


Dersên Kurdî fermî dibin

Li Stuttgartê ji hewldan û xebatên ji bo serîlêdana ku perwerda ziman li dibistanan de were dayîn jî berdewam dikin. Li heremê ku li van her dû bajaran kursa zimanê Kurdî dest pê kir û her wiha di heman demê de, ji aliyê saziya Civaka Kurd a Ewropa (CDK) ve kampanya ya bi navê "Ne hat fêhmkirin" ku da destpê kirin jî bandorekî erênî li ser Kurdê li heremê dije kir û ji bo kampanyayê ji, gel kete nav hewldan û tegerê. Li Waiblingenê, ji bo perwerd zimanê Kurdi li dibistanê bi awayêki fermî were dayîn,bi rayadarên dibistanê re roja 21.6.2013'an roja înê hevdîtin pêk hat û di hevditinê de hat diyarkirin ku ji bo sala werê yanî pişti miha qanûnê perwerda zimanê Kurdî wê li bajarê Waiblingenê ji aliyê heman mamosteyî ve li navenda dibistanê de bi awayêki fermî werê dayîn. Li ser vê desturdayina rayadarên dibistanê,li ser navê jinên Kurd ê bajarê Waiblingenê Aygul Aras bang li niştecihên Kurd ê li Waiblingenê kir û wiha got, "em hêvî dikin ku gelê me di vî warîde xwedî hestiyarbin û bi mere bi kevin têkilayî û her wiha zarokên xwe bişînin vê kursa pîroz." 

STUTTGART