Şeva mijara gotinê, pêr saet di14: 30'an de li bajarokê Wangen ê Stuttgartê li navenda salona bi navê Arena Kultur Haus ê bi tevlîbûna zêdetirî 2000 kesî pêk hat. Şev bi Tirkî û zaravayên Kurdî Dimilkî û Kurmancî bi hate pêşkêşkirin. Di bernameya şevê ya çandê de Aynur Dogan, Pinar Sag, Cemil Koçgirî, Diyar, Sîmar, Devrîm, Engîn ve Tarkan, Elî Heyder Can, Grup Munzur Baba, Armagan Uludag, Gokhan, Efo û Pelo derketin ser dikê. Her wiha şano, sinevizyon hatin nîşandan. Cîgira hevseroka BDP Yuksel Mutlu, Pîr Riza Yaxmur, Nunerê FEDA yê û Keşa Artîn Ormanciyan ê Ermenî wekî axaftvan di şevê de cîh girtin.
Çalakiya rengîn a heya derengiya şevê berdewam kir bi govendê bidawî bû.
ABDURRAHMAN KARATAŞ - STUTTGART