Salona şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, bi alên Konfederalizma Demokratik û wêneyên şehîdên dawiyê ku li Geliyê Teyarê bi çekên kimyewî hatibûne qetilkirin hate xemlandin. Di şeva pîrozbahiyê de standa Weşanxaneya Mezopotamya, Heyva Sora Kurdistanê, Mîr Muzîk, rojnameya me Yenî Ozgurpolitîka hatin wekirin.
Di şahiya pîrozbahiyê de siyasetvan û nivîskarê Kurd Muzaffer Ayata axifî. Ayata di axaftina xwe de bal kişande ser van mijaran: "Salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û li gelê Kurd pîroz dikim. Dema ku PKK hate damezrandin, bi findê em li rastiyê di geran lê îro ev yek gelekî hatiye guhertin û her wiha navê gelê wî wextî qedexe bu îro li her platform û civakande mijara gotinê ye û heman tevgera ku bi çend kesî hati bû dest pê kirin ji îro bi milyona kes piştgiriyê didi yê û bi hezaran cangoriyê wê hene."
Muzaffer Ayata bal kişand li ser erdheja li Wanê jî rû dayî û wiha got; "AKP û rayadarên dewletê bi wê erdhejê di xwazin li Kurdistanê koçberiyê bidin dest pê kirin û her wiha bi heman siyasetê Kurdistanê vale bikin. Lê bila ti derdor nekevin nav hesabên şaş û qirêj de. Kurd îro ne Kurdê berê ye, Kurd here kudera cîhane ewê teslîmiyete qebul neke. Ji ber ku Kurdê îro Kurdê rêxistina PKK ê û Rêber Apo afirandiyê. Ne tû kes karê me ji Kurdistanê derxîne ne jî Kurdistanê ji me dûr bixe. Em di pêwajoyeke gelekî nazîk re derbas dibin. Pêwîste her kes erkên di wê pêvajoyê de dikeve li ser milê wan pêk bîne û her wiha rêxistbûna xwe xurtirbike û li xwe xwedî derkeve."
Piştî axaftinan û xwendina peyaman, şahî bi derketina Ozan û komên muzîkê li ser dikê û her wiha dîlangirtina keç û xortan re berdewam kir. Pîrozbahiya 34. salvegera damezrandina PKK'ê bi coşiya beşdervanan û bi drûşmeyên, Bijî PKK û Bijî Serok Apo bi dawî bû.
ABDURRAHMAN KARATAŞ/STUTTGART