Bîranîn pêr saet 14:00'an de li navenda Komeleya Çand û Hûnera Kurd a Mezopotamya yê bi beşderiya sedan Kurdistaniyan pêk hat. Çalekiya bîranînê ji aliyê endama Komisyona Çandê ya Komeleyê Rojda Kocabaş ve hate pêşkêşkirin û bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Bîranînê bi axaftina Rojda Kocabaş a di derbarê çalekiya Şehîd Zîlan dest pêkir. Piştre nameya ku Zeynep Kinaci (Zîlan) beriya çalakiya xwe ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Tevgera Azadiya Gelê Kurd re nivîsî bû hate xwendin.  Pîştî xwendina nameya şehîd Zîlan,li ser navê YJA yê Berîtan Amanos axifî û wiha got; "Heval Zîlan evîndara gelê xwe bû, bi jiyanê re gelekî watedar bû, ew weke sembol bû. Bi wan taybetiyan em karin bibêjin şehîd Zîlan sembola tekoşîna azadiya gelê Kurd a hemdem bû."
Piştî axaftina Berîtan Amanos bîranîna şehîd Zîlan bi xwendina helbesta bi navê Zîlan ji aliyê Rojda Kocabaş ve bi dawî bû.



ABDURRAHMAN KARATAŞ / STUTTGART