Kolana sifirger, xerat, sîtilvan, gilayvan û pîşeyên destan sûkê zindî dike û li dîroka hezar salan vedigerîne. Dîsa li aliye din kesên kulav, def û kurkan çê dike bala mirovan dikişîne ser xwe. Turîztên ku diçin Rihayê berî her terê berê xwe didin Sûka Haşimiyê û ji vir jî berê xwe didin warê dîrokî Gola masiyan û herî dawî jî di tunelê re derdikevin ser keleha Rihayê û li ser bilindahiya kelehê li bin xwe bajarê Rihayê teşe dikin. Li sûka Haşiyê bi qasî kuçeya hesinkar, sifirvan û defvanan, kuçeya mahfûr, kulav û berikan jî dîrokî û navdar e. Esnafê sûka Haşimiyê Mustafa Ozan ê 71 salî sifirvaniyê dike diyar kir ku li herêmê sifirvanî têk çûye û tenê li Rihayê zindî maye. Ozen, anî ziman ku ji bo ev pîşe têk neçe hewl didin ku biparêzin û pîşeyê xwe ferî zarok û şagirtên nû dikin. Esnafê bi navê Hacı Ali Erkmen, anî ziman ku mahfûrên herêma Rihayê taybet û xweser in. Esnafê çerm û erbanê Mehmet Emin Cengiz, destnîşan kir ku çanda cil û bergan a Rihayê ya hezar salan di vê sûkê de veşarî ye.
DÎHA/RIHA