
Yalçin diyar dike ku dema ew 6 salî bû, di dikana bavê xwe ya li Mêrdînê de dest bi vî pîşeyî kiriye û dibêje; “45 sal in li Amedê me. Niha kes temaşeyê vî pîşeyî nake êdî. Ev sênîk û firaxên ku berê di sofreyên qiralan de bûn, dema cam, pola û porselen derketin bê nirx û biha man. Êdî di tu malan de sênîkên sifir tune ne. Ligel ku tiştên din cihê sifir girtin, nexweşî jî zêde bûn.”
Hacî Nezîr Yalçin, ji bo pîşeya ji bavê xwe fêr bûye, nemire, bi dilşewatî dibêje ew nikare şagirtek jî ji xwe re peyda bike. Yalçin wiha didomîne; “Gelo çi pêwîstî heye ku mirov hînî vî pîşeyî bibe. Gelo heta dizî hebe, çima mirov li vir rûne. Ez bi eslê xwe Ereb im. Ji erebên Şamê me. Ev pîşe pîşeya malbata me ye. Bavê min di dikanên xwe yên li Mêrdîn û vir de tam 25 hosta xwedî kir. Lê ez nema êdî dikarim şagirtek bibînim. Êdî pîşe dimire. Niha tenê ji bo xemlê van firaxan dibin. Êdî em nikarin li vir behsa pere qezençkirinê jî bikin. Ji bo pîşe nemire em dikanê vedikin û digirin. Têra nanê me pere derdikeve an jî dernakeve.” ‘Nikarim şagirt peyda bikim’ Di di kana Yalçin de gûlûpên herî lûks ên dîorkî, hemû tiştên mala û xemilandina kargehan, peykervanî û hemû tiştên kevnar hene, diyar dike ku ku tenê karxane sifir hildiberînin û ew jî tenê ji bo qebloya ceyranê bi kar tînin. Yalçin dibêje; “Li Amedê, divê sûkê de dengê çekûçan bi hev re diketin pêşbaziyê. Dema ev tiştên sifir dihatin bikaranîn evqas nexweşî çênedibûn. Dema te tiştek çê dikir, nû dibû. Lê em nikarin li vir aqil bidin tu kesî, em ne li dîroka xwe û ne jî li tiştên xwe yên nabin xwedî. Dema biyanî tên bi dehan tişt ji vir dibin, lê dema em bi xwe li ber deriyê wê re derbas dibin jî em lê nanêrin jî. Wê ev pîşe biçe û tune bibe. Ez malnişî bûme, lê ji ber ku ez vî karî ji xwe re weke deynek dibînim, ez dikim..”
Yalçin diyar dike ku êdî sûk jî ne weke berê qelebalixe û diyar dike ku hemû zarokên wî dixwînin, lê yek ji wana ji vî karî razî nîne û diyar dike û ew ê piştî xwe dikana xwe bigire.
RAWÎN STÊRK ANF-AMED