Ji hilbijartina parlamentoyê ya Tirkiyê re mehek maye. Siyaseta li Tirkiyê ji hêla şêwaz û hişmendiyê ve bi nûbûneke bingehîn re rû bi rû ye. Li hember pêşketinên li hundir û yên li derveyî welat, mekanîzmaya dewleta Tirk a 92 salî êndî xitimî ye; tu hêz û quweta wê ya çareserkirina pirsgirêkên civakî nemaye.
Dewlet, bi feraset û şêwazê rêveberiya xwe ya nedemokratîk û despotîk ve, bi xwe wek astenga herî mezin, jiyana civakî fetisandiye. Ji ber vê yekê jî niqaşên li ser feraset, bîrdozî û şêwazê rêveberiya dewletê roj bi roj gurtir dibin.
Rejîma heyî ya ku bi xwe sedema pirsgirêkên civakî giştan e, îro can dikişîne û bi zayîneke nû re rû bi rû ye. Lê li gel vê yekê, daneyên rejîma nû ya ku piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê pêş bikeve jî hên ne diyar in. Encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe; ji hêla siyaseta serdestan ve, nîşaneyên serdemeke navber a aloz her dihere zêdetir dibin.
Wer xuya ye; di hilbijartinê de du partî tenê pêşbazî dikin. Ji wan yek Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e û ya din jî partiya dewleta klasîk û pûçbûyî (AKP, CHP, MHP û yên din) ye. Ji ber vê rewşê, çavên herkesî li ser siyaseta Tevgera Azadiyê ya Kurdî û partiya Kurdan û civakên demokratîk ên li Tirkiyê, HDP’ê ye.
Her çiqas, hikûmeta Tirk bi tehdîdên Serokomarê Tirk Erdogan, pêvajoya aştî û çareseriyê sekinandî be, an jî bi gotina Erdogan, “maseya hevdîtinên çareseriyê bê hikûm” hat îlankirin jî, daneyên siyasî nîşan didin ku yên ku hikûmê xwe wendakirî desthilatdariya Erdogan û hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. AKP û Erdogan ê ku dixwaze bi rejîmeke dîktatorî ya ‘sultantiyê’ ji hesabdayînê xwe rizgar bike, ji bo siberojeke aram tu hêviyê nadin xelkê. Bandora wan a siyasî roj bi roj dihele. Bona vê yekê jî dest bi Quran, wekî DAÎŞ û tevger û rêveberiyên dîktorî yên li Rojhilata Navîn, dînê ji xwe re dikin navgîna siyasetê; bi derew û tirsandina xelkê hewldidin ku têkçûna xwe bidin sekinandin.
Gorî anketan giştan dengên AKP’ê dihelin û niha di derdora ji sedî 40-42’yan de ne. Dengên HDP’ê jî wek ji sedî 10-11’ê tên diyarkirin. Bi dengên CHP’ê yên ji sedî 27 û yên MHP’ê yên ji sedî 17’an, AKP bi serê xwe nikane bigîhije 276 kursiyan û hikûmeta nû ava bike. Eger wer bibe, wê çaxê ne Erdogan dikane bibe ‘sultan’, ne jî hikûmeta dizan AKP’ê wê bi serê xwe bibe desthilatdar û polîtîkayên xwe yên înkarkirina mafên Kurdan û civakên din bidomîne. Ji xwe gorî lêkolîna Zanîngeha Koçê, li Tirkiyê ji sedî 73’yê xelkê ‘rejîma serokatiyê’ ya ku Erdogan qedera xwe pê ve girêdayî ye, naxwaze...
Li hinda vê yekê, li Ewropayê jî xebateke berbiçav a komaleyên Kurdan û koçberên Tirkiyeyî yên demokrat lidar e. Li Ewropa ji bo hilbijartina 7’ê hezîranê, dengdayîn do (8’ê Gulanê) dest pê kir. Ji xwe li Ewropa di nava partiyên Tirkiyeyî de HDP partiya duwemîn e. Ji bo hilbijartinê, HDP ji xwe re 400 hezar deng kiriye hedef û tê gotin ku tenê komaleyên Kurdan ji niha de qeyda 340 hezar hilbijêran kirine û bi vî tempoyî, bi hilbijêrên ku komaleyên Elewî û yên demokrat jî qeydkirî, îmkana derbaskirina 400 hezar dengan jî heye. Lê helbet tenê qeydkirin, bikardayîna dengan jî karekî giran e. Derdora 10 hezar kesan, jibo vê xebatê di nava tevgerê de ye. Dengên HDP’ê yên li Ewropayê wê ji sedî 1 bandorê li encama hilbijartinê bikin.
Eger AKP bi serê xwe tenê nikanibe desthilatdar be, mimkûn e ber bi belavbûnê ve here.
Hemû pêşketinên konjûnktûrel nîşan didin, ku siyaseta Kurdî ya bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurdî, wê mohra xwe hên zêdetir li ser siyaseta li Tirkiyê bike. Êdî bêyî vîn, deng û rengê Kurdan li Tirkiyê tu siyaset nikane pêş bikeve. Wer xuya ye; piştî 7’ê hezîranê, Kurd wê pêvajoya çareseriyê, li şûna AKP’ê, bi aktorekî din ê nû ve bi pêş bixin...