‘Dewleta tirk encamê ji operasyonê nagirin’
Enver Beg, diyar kir ku heta niha bi rebazên leşkerî pirsgereka kurd çareser nebûyê û wiha direjî da axaftina xwe: “Banga min ji dewleta tirk re heye ku zûtirîn êrîşen xwe rawestînin. Dehan car êrîşî Qendîlê kirin. Lê mixabin şikestin û tû carî encam negirtin. Ji îro û pede jî tû encamê nagrin. Lazime ev pirsgerekê ku navê wê jî hatîye diyarkirin bi rebazên demokratîk û aştîyanê werê çareserkirin. Pewiste rêyên siyasî esas ben girtin. Êdî nikarin mafê 20 mîlyon kurdan tune bikin. Lazime di serî de PKK bi tevgerên siyasî yen kurden Bakurê Kurdistan giftûgoh pêşbixin. Nêçirwan Barzanî jî bo wê yekê aşkere kir ku çi pirsgerek be PKK çareser nabin û lazimê bi PKK dest bi giftûgohan bikin”
Ednan Envêr Beg bang Hikûmeta Tirkiye kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nexwazin dewleta tirk ev heza xwe dijî kurdan bikar bîne û xwe ber bi tunebûnê we bibe. Em hevî dikin ku Tirkiye heza xwe ji bo çaraseriya sîyasî û aştîyane bikar bîne. Ji bo xizmeta gelen hejar yen Tirkîye bikar bîne.”