Artêşa Tirk di van 40 salên dawî de li Kurdistanê li erdên ku dagir kirine, talan kiriye, dest avêtiye jinan, li meydanan bi girseyî êşkence li xelkê kiriye, serê mirovan jê kiriye û wêne li berê girtiye; ev bi tenê çendek ji hovîtiyên vê artêşa dagirker in.
Cenazeyê Rojda Cûdî (Kubar Hacîzade) ya li navçeya Amedê Lice şehîd bûyî, piştî bi 6 mehan dan malbatê. Cenaze li navçeya Agiriyê Bazîdê hat veşartin. Gava cenaze hat veşartin, derket holê ku serê cenaze nîne, û ji bo kesek pê nehise, li şûnê bi kîsikan hatiye dagirtin.
Hevserokê MEBYA-DER´ê Şeyhmus Karadag, wiha behsa wê yekê kir ka çawa eziyet û êşkence li cenazeyê Rojda Cûdî kirine: “Rayedarên Morgê ji me re got, cenaze di halekî de ye ku neyê şûştin. Çermê wê radibe. Hingê jî me got, naxwe em kefen bikin. Çawa me behsa kefenkirinê kir, jina erkdar bi bezê çû morgê û di nava deh deqîqeyan de li me vegeriya û got, wan cenaze kefen kiriye. Hevalên me jî got, çima we bêyî me kefen kir, yek kes tenê nikare kefen bike û nerazîbûna xwe nîşan da.
Polêsan dor li me girtibû û wisa me karî biçin goristanê. Tevî melayê goristanê bi çar kesan me nimêja cenaze kir. Destûr nedan kesek xwe nêzî goristanê bike. Di dema veşartina cenaze de me dît ku serê cenaze nîne. Me bi destan pela, cihê ku serî lê be bi kîsikan tijî kirine.”
Li Makuyê ji dayik bû
Rojda Cûdî (Kubar Hacîzade) li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Makuyê hat dinê. Sala 2005´an tevlî nav refên PKK´ê bû. Gerîlaya YJA Starê Rojda Cûdî 24´ê Îlona 2019´an li gundewarên Licê şehîd bû.
AGIRÎ