
LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Wezîrê Bajarvanî û Hawîrdorê, ser Girê Amîda yê nav li Amedê kiriye û bi hezaran salan dîroka wî heye, binax kir.
Wezîrê Bajarvanî û Derdorê bi destûra Wezareta Turîzm û Bajarvaniyê girê Amîda yê ji aliyê Hurrî û Mitaniyan ve beriya bi hezaran salan li Sûra Amedê hat avakirin û wargeha Amedê ye, binax kir.
Hûriyan li herêma jora Dîcleyê desthilatdarî kiriye. Demekê ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk beşek ji Sûriya îroyîn û heta Derya Spî jî ketine bin destê Hûriyan. Li Amedê, li deriyê çiyê li qada herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê Hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi Hûri ye. Girê Amîda ku li keleha navîn a Bakurê Sûrê piştî kolandinên arkeolojîk gelek dane û berhemên dîrokî hatin bidestxistin. Li gorî dane û belgeyên hatin bidestxistin, tê diyarkirin ku li herêmê anfiya şano, hêmamên Roma avahiyên antîk hene. Piştî kolandinê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Walîtiya Amedê û Weqkfa ÇEKUL’ê projeya hevpar amade kiribû û xwestibûn li turîzmê re bê vekirin. Projeya ku ji aliyê Wezareta Turîzm û Çandê ve hat erêkirin, hat diyar kirin ku ji bo dîrok û cewherê bajar nuqteyeke pirr girîn e. Armanc ew bû ku cewherê di bin axê de maye derxin ser rûyê axê û bigihînin siberojê. Proje ji aliyê Lijneya Parastinê ve jî hat erêkirin.
115 donim zevî bin ax kirin
Projeya kolanê û ronîkirna warê dîrokî piştî qeyûm hat tayînkirin, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TOKÎ ve ji holê hat rakirin. Li şûna kolanên arkeolojîk, gavên yekem û duyemîn bihatina avêtin, Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê bi destûr û agahiya Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bajêr qada dîrokî ya ji 115 donim zevî pêk tê di bin navê sererastkirinê de bin ax kirin.
8 Hezar sal di bin axê de veşartin
Seroka Rêveberiya Qada Peyzaja Baxçeyên Hewselê Nevîn Soyukaya, têkildari Girê Amîda ku wê jî di nava xebatên projeyê de cih digirt agahî da. Soyukaya, anî ziman ku Keleha Hundir a Sûrê li ser Girê Amîda hatiye avakirin û got: “Bajar li wir hatiye avakirin. Keleha Hundir û Girê Amîda navenda bajêr in. 8 hezar sal dîroka wî girî heye. Hemû tebeqeyên bajarê Amedê di wir de veşarî ne. Ji ber vê yekê qada arkeolojîk a SÎT e. Di sedsala 5’emîn serdema Romayan de anfîya şano hatiye avakirin. Em vê yekê ji Vakaînameya ji aliyê Suryanî Mar Yeşua ve hatiye nivisandin, fêr dibin. Di sala 2002’an de dema şaredariyê xebata kanal û kanalîsazyonan çê dikir, dîtibû. Hem mozaîka serdema romayan û hem jî hemamên Roma û gelek belgeyên aydî şaristaniyên cuda li vir hatin dîtin.
Soykaya, anî ziman ku qada ku ji aliyê UNESCO ve hatibû tescîlkirin, wekî parka arkeolojîk hatibû nîşandan, niha xebatek pirr cuda tê kirin û wiha peyivî: “Dema qat hat valakirin aşek hatibû dîtin. Di qeyda tapoya 1930’î de wekî aşê avê behsa wê tê kirin. Piştre hinekan xwest wekî mizgeft bidin nîşan û bikin mizgeft. Lê em têkoşiyan. Xwestin nasnameya vê yekê biguherînin. Em li dijî vê yekê rabûn û bi nasnameya aşê avê, me tescîl kir. Lê piştî demekê bi kepçeyan ketin nav û niha li ser wî giya çandine. Çend dar li ser wî çandin. Piştre xebatên peyjazê kirin û gotin binihêrin me çi xweşik kiriye. Tescîla aş jê kirin û avêtin.”