
Li avahiya KURDÎ-DER'ê di çarçoveya Projeya Jiyana Pirzamanî de kursa zimanê Ermenî hate vekirin. Şaredarê Surê Abdullah Demirbaş, Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, Serokê Weqfa Cemata Ermeniyan û endamên Cemata Ermeniyan tevlî vekirina kursê bûn. Perwerdehiya li avahiya KURDÎ-DER'ê dest pê kir ji aliyê mamoteyê dildar ê ji aliyê Cemata Eremeniyan ve hate peywirdarkirin Fîkrî Çaliş ve tê dayîn. Perwerdehî bi tevlîbûna 40 xwendekaran hefteyê 4 rojan bi 2 polan dê xizmet bê dayîn. Demîrbaş di vekirinê de axivî û diyar kir ku 3 nifş bi hev re perwerdehiyê dibînin û wiha got: " Nêzîkahiya teparêzî sedema îro aştiya civakî pêk neyê ya herî mezin e. Mixabin nêzîkahiya tekparêzî bi xwe re felaketê tîne. Mafê zimanê zikmakî mafê bingehîn e. Em li hemberî gelê xwe peywira xwe bi cih tînin. Ev yek deyne û rexneye. Di heman demê de rexnedayîn e jî. Ev xebat li Tirkiyeyê yekemîn e." Demîrbaş, anî ziman ku heke piştî vê kursê daxwaz hebin em dê kursên Suryanî û Erebî jî vebigin û xizmetê bidin gelê xwe.
AMED