Kursên amûrên muzîkê yên wekî tembûr, erbane, gîtar di bin banê gerînendehiya çandê ya şaredariya Sûrê de li mala hunerê hatin destpêkirin û rastî elaqeya xwendekaran hat.
Mamosteyên mala hunerê, mamosteya ku dersên erbaneyê dide xwendekaran Rûken Kardaş û mamosteyê tembûrê Yilmaz Kûrttekîn kêfxweşiya xwe ji ber baldarî û elaqeya xwendekaran anî ziman.
Mamoste Yilmaz Kûrttekîn, nihêrînên xwe der barê armancên vê kursê de anîn ziman û got: “Armanca me ji van kursên hunerê ew e, em zarokan bêhtir tevlî nava jiyana civakî bikin. Em dixwazin zarok bi çand û hunera xwe bi muzîka xwe mezin bibin.”
‘Em gelekî pê kêfxweş dibin’
Mamosteya erbaneyê Rûken Kardaş jî kêfxweşiya xwe ya bi tevlîbûna zêde ya xwendekaran weha anî ziman: “Dema em kêfxweşî û daxwaza zêde ya tevlîbûna van kursan ji alî zarokan ve dibînin em gelekî pê kêfxweş dibin û ev vîn û daxwaza wan wê bibe sedem ku ew zû bi pêş bikevin û xwendekarên serketî bin. Ji aliyekî din ve ji bilî xwendekaran ev kursên hunerî ji alî dikandarên navçeyê ve jî bi baldarî tê şopandin.”
AMED