Navenda Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AI) ku li London a Brîtanyayê ye, pirsên Rûdawê yên der barê wendakirina bi darê zorê û bandora şer a li ser wendakirina mirovan de, bersivand. AI'yê da zanîn ku wendakirina bi darê zorê hê jî metodeke li gelek welatên cîhanê tê bikaranîn e û wiha pê de çû: "Her çiqas ev li gorî hiqûqa navnetewî wekî sûc bê qebûlkirin jî, yên xwedî berpirsyariya edlî ne, radestî edaletê nayên kirin. Ji bo dawî li vê pêkanînê bê anîn, di kanûna sala 2006’an de Neteweyên Yekbûyî, Hevpeymana Navnetewî ya Parastina Hemû Kesan a Berî Bên Wendakirin, erê kir. Em piştgiriyê didin vê hevpeymanê. Ji bo ev peyman pêk bê, em bi awayekî çalak kampanya dimeşînin. Ji bo li welatan ev peyman bikeve nav qanûnan, em xebatên wiha dimeşînin."
AI'yê ragihand ku di sala 2011'an de Koma Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî der barê Wendakirinên bi Darê Zorê (UNWGEID) raporek amade kiriye. AI'yê da zanîn ku li gorî vê raporê, li tevahiya cîhanê di nav salek de 53 hezar û 788 bûyerên cuda qewimîne. AI'yê destnîşan kir ku ev hejmar tenê ji bûyerên ku ji aliyê UNWGEID'ê ve hatine tespîtkirin e û ev agahî dan: "Lê hejmara rastîn a qurbaniyan, gelekî zêdetir û metirsdartir e. Em dosyayên kesên wenda, yên bi zorê hatine wendakirin ên hemû parzemînan, dikin dokumanter. Ji bo ev bûyer bi dawî bin, xebat dimeşîne. Em hewl didin ku xizmên van kesan der barê bûyerê de agahdar bin û tazmînat bistînin. Ji bo her welat li gorî peymanên navnetewî tevbigerin, xebat tên meşandin. AI, vê kampanyayê bi awayekî çalak dimeşîne."
Milyonek kes hatine wendakirin
AI'yê destnîşan kir ku niha li gorî texmînên Komîteya Navnetewî ya Mirovên Wenda, di wê baweriyê de ne ku hejmara mirovên di encama şer û binpêkirinên mafên mirovan de hatine windakirin, gihîştiye 1 milyon kesan. AI'yê diyar kir ku tespîtkirina hejmarên rast a gelek welatan gelek zehmet e û wiha pê de çû: "Li welatên Balkanan û wekî mînak li Yugoslavya berê, piştî şer, derketiye holê ku 14 hezar mirov hatine windakirin. Li gelek welatên Amerîkaya Latîn jî bi hezaran winda hene û di navbera sala 1970 û 1980'yî de gelek kes hatine windakirin."
AI'yê balkişand ser rewşa Sûriyê û ragihand ku li gorî baweriya wan li Sûriyê bi hezaran kes hatine wendakirin. AI'yê der barê vê mijarê de ev agahî dan: "Rêxistina me der barê vê yekê de kampanyayek daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em bang li rêveberiya Sûriyê dikin ku dawî li van pêkanînan bîne."
LONDON