Li paytexta Îspanya Madrîdê li ber Sefaretxaneya Sûriyeyê Însiyatîfa Gelê Kurdistanê çalakiyek pêk anî û ‘Dîktatoriya Esad’ protesto kir, her wiha daxwaza xweseriyê anîn ziman
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, şeva pêncşemê di saet 17.00’an de li ber Sefaretxaneya Sûriyeyê ya li Madrîdê xwepêşandanek hate lidarxistin. Nêzî 80 kesên komkujî û pêkutiyên rejimê şemerzarkirin, sloganên “Bijî biratiya gelan”, “Ji bo Kurdistanê xwesertî”, “Bijî PKK” û “Bijî PYD” avêtin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kurdistan, KCK, PYD hildan.
Di daxuyaniya li ber Sefaretxaneyê hat dayîn de hat ragihandin ku, tu hêzên leşkerî nikarin Kurdan tunebikin û her wiha hate bibîrxistin ku, Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ji Beşar El Esad re gotibû ‘Birayê min’ di sala 2004’an de komkujiya Qamişloyê pêkanî bû.
Weke din çalakvanan da diyarkirin ku, Birayên Misilman yên ku li Spanyayê faliyetan birêve dibin û ji bo Kurdan belav bikin “alîkariya pera” didin hinek malbatan, her wiha gelek wehdeyan jêre dikin.

Axaftina Rasmussen 
Sekreterê Giştî yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen ku bi Serokwezîrê Îtalyayê Mario Mantî re bi qasî saetekê hevdîtinekê pêk anî, piştî hevdîtinê der barê geşedanên dawî û Sûriyeyê de daxuyaneiyekê da. Rasmussen diyar kir ku ew der barê mijara bezandina sînoran de Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin, encax niha mudaxaleyeke leşkerî li ser maseyê nayê nîqaşkirin. Di daxuyaniya li Qesra Chigi ya Serokwezirtiyê de rojnamegeran ji Rasmussen pirsa der barê berteka Eqereyê ya ji bo ji aliyê Sûriyeyê ve bezandina sînorê Tirkiyeyê de ku gotibû ‘heke careke din pêk bê çi hewce be em ê bikin’ şîroveya wî çawa ye, kirin. Rasmussen der barê vê mijarê de wiha axivî: “Em vê mijarê ji nêz ve dişopînin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî bi hempîşeyên xwe re têkildarî mijarê agahî parve kirin. Em pêkanînên rejîma Sûriyeyê bi zimanekî tund şermezar dikin lêPlana Annan ji bo Sûriyeyê çareseriya herî makul e. Niyeteke me ya mudaxaleya leşkerî tune ye.”

Hewldana Amerîkayê 
Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo zelalkirina helwesta Kurdên li Sûriyeyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) vexwendî Amerîkayê kir. Berpirsê peywendiyên bi Ewropa û Amerîkayê re yê Komîteya Derve ya ENKS, Dr. Ebdilhekîm Beşar, ji rojnemeya Rûdawê re diyar kiriye ku şanda ENKS’ê dê 7’ê gulanê berê xwe bide Washingtonê û dê di çar rojan de bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê û endamên Kongreya Amerîkayê re bicive. Beşar nekarî piştrast bike bê ewê ligel Wezîra Derve Hîllary Clinton re bicivin an na.
Li gorî nûçeya  televîzyona Rûs Russia Today leşkerên bi pere yên Blackwater ku li Iraqê navê wan pirtî caran di nûçyên îşkenceya li ser gel dihat rojevê û navê xwe wekî SCG International guhert ji bo ku hêzên muxalîf ên leşkerî yên Sûriyeyê perwerde bike derbasî Sûriyeyê bûne.
WikiLeaksê ku belgeyên Stratfor ê ku wekî ‘CIA’yê Tarî’ tê zanîn weşand jî, belgeyên têkildarî şîrketa taybet a ewlekariyê Blackwater perwerdeya leşkerî dide hêzên muxalîf ên Sûriyeyê berî çendekî weşandibû.
Serokê Lijneya Îcrayê ya SCG Internationalê James F. Smith, di maîlekê xwe de aşkera kiribû ku di navbera wan û ‘muxalîfên Sûriyeyê ya navenda wan Tirkiye ye’ peymaneke ‘peywira keşfê’ hatiye girêdan, encax peywira esasî ji bo rûxandina rejîma Esad piştgirîdayîna hêzên muxalîf e. 

ŞAM