Çalakvanên Sûriyê diyar kirin ku di bûyerên roja sêşemê de yên di encama şer û operasyonên hêzên Baasê de çêbûyîn, roja sêşemê bi giştî 41 kes hatine kuştin piraniya wan li bajarê Îdlîbê yê nêzî sînorê Tirkiyeyê hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya çalakvanan li gelek herêmên welêt operasyon û şerên dijwar berdewam dikin.
Ji aliyekî din ve nûnera Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Navi Pillay diyar kir ku Sûriye li dijî mirovatiyê sûc dike û pêwîste Konseya Ewlekarî ya NY’ê binpêkirinên mafê mirovan ên li Sûriyê hewaleyî Dadgeha Navneteweyî ya Cezayan bike. Li gor daxuyaniya Pillay ligor texmînên herî dawî li Sûriyê hêjmara kuştiyan zêdetirî 5 hezar kesiye. Pillay diyar kir ku di nava kuştiyan de zêdetirî 300 zarok jî hene.
Ji aliyekî din ve 3 xwendekarên zanîngehê ku li zanîngeha Şamê dixwendin dema ku dixwestin ji Şamê vegerim bajarê xwe Qamişloyê li nêzî herêma Bab a Helebê rastî êrîşeke çekdarî hatine û di encamê de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî çavkaniyên ku ji malpera Gemiya Kurd re ragihandine êrîş ji alî dewriyeke hêzên ewlekariyê hatiye pêk anîn ji bere w xwendekarên Kurd di gelek çalakiyan de cihê xwe digirtin. Ji aliyekî din ve hin çavdêrên siyasî dibêjin ku dibe ew lîstik ji alî hin kesên ku dixwazin kuştinê bînin herêma Kurdan jî pêk hatibe.

Di vê bûyerê de jî mijara kuştina siyasetmedarê Kurd Meşal Temo tîne bîra mirov.  Gelek alî dixwazin ku aliyê Kurdan jî kuştin çêbibe ji ber wiha difikirin ta ku bi rengekî çalak Kurd tevli vê serhildanê nebin ev rejîm dê li ser piya bimîne. Niha jî li gorî tevlêbûna bajarên din ên ereban Kurd bi girseyeke mezin beşdar dibin lê hin kes dixwazin ku kuştin li bajarên Kurdan çêbibin da ku wekî sala serhildana sala 2004’an bi sedhezaran gelê Kurd dakeve kolanan û ji Qamişlo ta bi Efrîn û Kobanê hemû bajarên Kurdan bi yek dengî rabin ser xwe.

ŞAM