Rêxistina Hevkariya Îslamî bang li rêveberiya Şamê kir ku guh bide biryarên Yekitiya Ereban û di cih de kuştin û tundiya ku li dijî xwepêşandêran pêk tê rawestîne. Piştî civîna welatên Hevkariya Îslamî ya roja çarşemê li bajarê Cedayê pêk hat daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de wezîrên karê derve yên Hevkariya Îslamî banga rêzgirtina li serweriya Sûriyeyê û redkirina destwerdana derveyî kir. her wiha bang li hemû aliyan hate kirin ku tu kes serî lir iyên tundî û kuştinê nede û li şûna wê hemû daxwazên xwe bir iyên aştyane û diyalogê bînin ziman.
Rêxistinê her wiha ji Sûriyeyê xwest ku destûrê bide lijneya çavdêran a ku ji 500 kesî pêk tê da ku derbasî Sûriyeyê bibin. Ji aliyekî din ve jî lijneyeke girêdayî Yekitiya Ereban dê roja şemiyê li Dewhayê bicive û pêkanînên xwe yên li dijî rejîma Şamê îlan bikin.
Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî Îhsan Oglo got ku ev civîn fersenda dawî ye ji bo çareserkirina aloziyên li Sûriyê, lê di heman demê de navdewletîkirina aloziyê ji aliyê rêxistinê ve red kir. Oglo bang li hikûmeta Sûriyê kir ku bikaranîna şidetê rawestîne û dest bi gotûbêjên ji bo reforman bike. Rêxistina Hevkariya Îslamî ji 57 dewlet endam pêk tê. Roja çarşemê li bajarê Erebîstana Siûdiye Cede taybet bo rewşa Sûriyeyê konferansek awarte saz kirin.
Ji aliyekî din ve televizyona Sûriyeyê jî hin kesên ku wan wekî endamên komên çekdar nîşan da anîn ser ekranên xwe û wan kesan gotin ku ew darvekirin ji alî komên çekdar ve hatine kirin û di dema weşandina yek ji wan darvekirinan de kesên li wir bûn yek bi yek dijmartin.
Herçiqas ku muxalefeta Sûriyeyê inkar bike jî dîsa komên çekdar êdî çêbûne û heke bi navê hin komên olî be an jî bi navê leşkerên veqetyayî be êdî çekdarên ku şer dikin hene.
Tê idîakirin ku xwendekarê Kurd Azad Ebdî li zanîngeha bajarê Humisê ji aliyê hêzên şebîhe yên girêdayî rêjîma SûriyEYê ve hat revandin.
Xwendekarê Kurd Azad Elî di lîsteya kesên daxwazkirî de bû ku hêzên ewlekarî û şebîhe li wan digeriyan, piştî beşdariya wî di xwenîşandanên xwendekarên zanîngehê de yên dijî rêjîma Esad.

Azad Ebdî beşdarî di xwenîşandana 21.08.2011an de kir, li zanîngeha Humisê ku zêdeyî sed kesan tê de hatin girtin. Wê demê Azad ji girtinê rizgar bû û di cih de ligel çend hevalên xwe reviya ba malbata xwe ya li bajarê Reqayê. Lê piştre di 21.11.201an de vegeriya bajarê Humisê û ji bo berdewamkirina xwendina xwe. Lê belê piştî vegera wî bo zanîngehê bi du rojan, di roja 23.11.2011an de, hêzên ewlekariyê û şebîhe derbasî zanîngehê bûn û Azad revandin.Azad Ebdî, xwendekarekî Kurd e ji bajarê Kobanê ye, ligel malbata xwe li bajarê Reqayê dijîn. Li zanîngeha Humisê dixwîne, sala 2 di beşê matmatîkê de. Hêjayî gotinê ye ku kesekî din jî ligel Azad hat revandin.

ŞAM