Li gor nûçeyên ku di ajansên nûçeyan ên navnetewî de hatin belavkirin, li bajarên Sûriyeyê yên wekî; Humis, Dera û Idlibê di dema operasyonên artêşê yên di 24 saetên dawî de 24 kes hatine kuştin.
Li aliyê din jî li gor Ajansa Fermî ya Sûriyeyê ya Nûçeyan SANA, li gor daxuyaniya Wezareta Karên Hundir li navenda bajar û bajarokan ajotina motosiklêtan hatiye qedexekirin.
Li gor wê daxuyaniyê, bi bihaneya ku li dijî ‘artêş, hêzên ewlekarî û hevwelatiyên sivîl wekî pergalekê bikartînin’ li navenda bajar û bajarokan ajotina her corê motosiklêtan hatiye qedexekirin. Kesên ku vê yekê di pratîkê de pêkneynin jî wê bên girtin û dest danin ser motosiklêtên wan.
Li gorî çavkaniyên mavê mirovan ji dema destpêka serhildana gelê Sûriyeyê heta niha hejmara kesên ku di xwepêşandanan de hatine binçavkirin gihaye 70 hezar kesî û ji wan kesan 15 hezar kes hê jî di bin çavan de ne. Hikûmeta Sûriyeyê bi biryarekê derbasbûna motosiklêtan a navenda bajaran qedexe kir . li gorî çavkaniyên dewleta Sûriyeyê motosiklêt di êrîşên komên çekdar ên li dijî hêzên ewlekariyê de tên bikar anîn û lewra ew hatine qedexekirin. Li gorî ajansa SANA ya dewletê wezareta karê hundir ev biryar ji bo pêşgirtina li bikaranîna van motosiklêtan di êrîşên li ser hêzên ewlekariyê de.

ŞAM