Muxalefeta Sûriyeyê ku bi salane bi destê rejîmê û dezgehên istixbaratê hatine parçekirin niha jî bi destê hêzên welatên derdorê wiha tê kirin. Ji aliyekî Tirkiyeyê dixwaze muxalefeteke di bin kontrola xwe de ava bike û bi hevkariya ‘Birayên Misilman’ dixwaze partiyekê nêzî AKP ava bike û muxalefetê li dora xwe kom bike. Ji aliyekî din ve welatên Kendava erebî dixwazin hin hêzan bi pereyên xwe û bi hin alîkariyan bixe bin bandora bercewendiyên xwe û Amerîkayê.

Li gorî çavkaniyên rêveberên xwepêşandanên Sûriyeyê di van êrîşên dawî ên hêzên ewlekariya Sûriyeyê de 34 kes hatine kuştin ji wan zêdeyî 20 kesan li Humsê jiyana xwe ji dest dane. Li gelek bajarên Sûriyeyê bi rengekî rojane xwepêşandan û meşên bi şevê hene.  Li gorî hin şahidên ku tevli hin kanalên televizyonan bûn, êrîşeke tund bi tang û topan li dijî bajarê Humsê pêk hat, piştî ku ew bajar di rojên berê de bûbû cihê xwepêşandanên mezin. Li gor çavkaniyên ji bajêr 22 kes di van êrîşên dawî de hatine kuştin.  Ji aliyekî din ve hate idîakirin ku komeke ji hêzên dewletê êrîş birine ser nexweşxaneya Bur ya Humsê û birîndar tevî kesên bi wan re û tevî kesên wan derman dike tev bi wesayitên leşkerî birine ber bi cihekî nenas ve.

ŞAM