Amerîkayê di van rojên dawî de du biryarên girîng derbarê helwesta xwe ji muxalefeta Sûriyeyê da. Yek ji wan ew bû ku muxalefeta Sûriye ya bi Itîlafa Niştimanî ya hêzên muxalefeta Sûriyê wekî berdevkê fermî yê gelê Sûriyeyê nas kir. Biryara din jî ew bû ku rêxistina çekdarên Cebhet el Nusra xiste nava lîsteya rêxistinên terorê.

Wekî tê zanîn ev çekdarên ku di bin banê cebhet el Nusra de li Sûriyeyê şer dikin ji alî hikûmeta tirk ve li dijî kurdan tên bikaranîn. Dema ku cara pêşî êrîşî bajarê Serêkaniyê kirin û rastî nerazîbûna gelê kurd hat, artêşa azad daxuyaniyek da ku got ku ew ne ser bi artêşa azad ve ne. Lê piştî ku Amerîkayê navê wan xiste lîsteya terorê û da xuyakirin ku ew rêxistineke ser bi el Qaîdeyê ne, muxalifên Sûriyeyê û di serî de ‘Birayên Misilman’ nerazîbûna xwe li dijî vê biryarê dan xuyakirin û biryara Amerîkayê wekî şaş û ne dicih de nirxandin.
Ev jî dide xuyakirin ku ew komên çete beşekin ji artêşa azad û li gorî ferman û planên hikûmeta tirk tevdigere. Ev komên çete xizmeta armancên hikûmeta tirk dike ku dixwaze aramiya herêma kurdan têk bibe û gund û bajarên rojavayê Kurdistanê vala bike.
Lê di vir de nakokiyek di navbera hevalbendan derdikeve holê ji berk u bercewendiyên wan jî di hin mijaran de lihev nakin. Her hêzek dixwaze muxalefetê Sûriyeyê li gorî xwe bide meşandin.
Ev nakokî di mijara nêzîkaya ji rêxistina Cebhet el Nusra de bi rengekî zelaltir derkete holê. Trkiye dixwaze wan ji bo valakirina herêma kurdan û anîna tevliheviyê ya bajarên kurdan bikar bîne. Amerîka jî ji ber wan nêzî El Qaîde dibîne naxwze rêxstina el Qaîde li Sûriyeyê bihêz bibe û siberojê ji Israîlê re teşqeleyan derxîne û ne li gorî bercewendiyên Amerîka yên herêmê tevbigere. Ji aliyekî din ve muxalefeta çekdar a Sûriyeyê ji berk u di şerê çekdarî de ew hêzeke bingehînin naxwaze wan bixeydîne lewra jî ji biryara Amerîka ya derbarê wan de nerazî ye.

Îdîaya bikaranîna fuzeyen  

Li gorî Komisyona Bilind a Penaberan a Netewên yekbuyî hejmara kesên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê reviyne 500 hezar derbas kiriye. Komîseriya  Bilind ya Penaberan ya Netewên Yekbuyî, diyar kir ku hejmara kesên ku ji ber tundûtîjiyên  li Sûriyê reviyane bo welatên hevsê gihîşte 509 hezar û 559 kesan.
Di vê navberê de, rojnameya Komersantê ya Rûsya îdia kir ku, rêveberiya Amerîka  bi merema ku serokê Sûriyê Beşar Esed dev ji deshelatê berde li Moskova ya paytxta Rûsya hevdîtinan encam dide. Hate îdîakirin ku leşkerên girêdayî Beşar Esed di rojên dawî de bi fuzeyên scud êrîşî serhildêran dikin. Li gorî agahiyên rojnameya New York Times ku ji devê rayedarekî Amerîkayê daye rejîma Esed êdî fuzeyên Scud li dijî muxalefeta çekdar bikar tîne lê derbarê ku ev fuze bûne sedema kuştina mirovan an na nehatiye zelalkirin. Tenê hatiye gotin ku ew li djî herêmên di bin kontrola Muxalefeta Çekdar de tên bikar anîn.

ŞAM