Serokê Rejîma Sûriyeyê Beşar Esad di axaftina xwe ya dawî di televizyona dewletê re, carek din tercîha şer û operasyonan kir. Esad diyar kir ku ew her şêweyê diyalogê bi hêzên muxalefetê re red dikin û tu ‘hevdîtinan’ napejirînin, heta tevahiya hêzên eskerî yên dijber ji holê ranekin. Ev axaftin nîşana israra rejîma Şamê ya meşa di riya ‘çareseriya eskerî’ de ye. Jixwe nêzîkî mehekê ye artêşa fermî bi hemû hêza xwe û bi belafirên şer digire ser bajar û bajarokên ku çekdarên ‘artêşa azad’ lê bicih bûne û tevahiya avahiyan dide ber bombeyan.
Rejîma Esad hêzê ji hevalbendên xwe yên heremî û navnatewî digire. Ew hêzek manewî û eskerî ji Îranê digre. Jixwe dema dawî xîtaba berpirsên dewleta Îranê derbarê rewşa Sûriyeyê de zêdetir zelal bû. Tehran eşkere desteka siyaseta Esad dike û li dijî hêzên çekdar piştigrtiyê bi wî re nîşan dide. Ev yek di daxuyaniyên dawî yên Ayatulah Ali Xemaney û Ahmedî Nejad de diyar bûn. Li gorî Îranê şerê li Sûriyeyê şerekî heremî ye ji aliyê DYA, Qeter û Arabistana Saûdî ve tê rêxistinkirin û ew Îranê û Hizbullah a Lubnanê jî hedef digre. Ji ber hindê Tehran bi hemû hêza xwe destekê dide rejîma Esad. Her wiha Esad hîna pişta xwe dide Rûsiyayê jî. Tê gotin ku gelek efser û zaniyarên eskerî yên Rûs li Sûriyeyê ne û rê didin pêşiya hêzên rejîmê.
Di çalakiyên hêzên ‘artêşa azad’ de di demên dawî de 2 belafirên şer hatin xistin û 10 Hilîkopter jî hatin darbe kirin. Wisa xuyaye ku çekên pêşketî ji aliyê welatên rojava, NATO û Tirkiyeyê bi pereyên Qeter û Erebîstana Saûdî gihîştine destê wan. Hatibû diyarkirin ku gelek operasyonên ‘artêşa azad’ bi şêwirmendiya istixbaratên Rojava tên kirin. Aramnca sereke ya Rojava ew e ku şerê li Sûriyeyê hîna gurtir bibe da ku dewletek navendî ya xurt nemîne û ewlekariya ‘çekên kîmyawî’ yên rejîma Esad garantîkirî be. Welatên Rojava ditrsin ku ev çek bi şêweyekî ji şêweyan bikevin nav destên hêzên Îslamî yên girêdayî El-Qaîdayê. Ji ber hindê hewl didin her tiştî li Şama Paytext kontrol bikin.
Şerê li Sûriyeyê her ku diçe dijwartir dibe û asoyên çareseriyek aştİyane jî nayê xuyakirin. Ji ber hindê rola hêzên muxalefetê yên siyasî lawaz dibe û gotina dawî dibe ya hêzên çekdar. Di vê dema dawî de ‘Meclisa Stenbolê’ ku xwedêgiravî mîna hêza herî xurt ya muxalefetê dihat nîşandan, rastî çend derbeyan hat. Gelek endaman istîfa kir û ev meclis ji aliyê rêvibirya DYA’yê ve jî hate piştiguhkirin. Di dema serdana Wezîra Karê Derve ya DYA’yê Hilary Clinton ya Tirkiyeyê de hevdîtin tenê bi nûnerên ‘artêşa azad’ û ‘muxalefeta hundir’ ya ku ji ciwanên serhildanê pêk tê re çêbû. Xwuyaye ku bawerî bi ‘Meclisa Stenbolê“ nemaye û niha gerek li alternatîfeke din heye. Serokomarê Ferensa ji hêzên muxalefeta Şamê xwest bibin yek û hikûmetekê ava bikin. Ev xwestek ne ji ‘Meclisa Stenbolê’ re bû, lê ji tevahiya hêzên muxalefetê re bû. Ev tê wê wateyê ku ev meclîs nema wek ‘nûnerê gelê Sûriyeyê’ tê dîtin.
Li rojavayê Kurdistanê jî ‘Desteya Bilind a Kurd’ kar û barê rêxistinkirina gel dimeşîne. Ew niha hewl dide xalên peymana Hewlerê pêk bîne. Komîteyên ku hatine damezirandin aktif bike, kar û xebatê destnîşan bike. Lê divê mirov bêje ku ev xebat ji aliyê hin kes û derdoran ve tê reş kirin. Bi taybetî hin kesên li derve û bi helwesta xwe ya dijminane li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê tên naskirin kampaniyaye reşkirinê dimeşînin. Dixwazin ev deste bi ser nekve, lê qedera Kurd ji bo hêzên muxalefetê yên nijadperest û ajanên AKP’ê re were dewir kirin. Ew hîna hewla vê yekê dikin.
Di dema dawî de hêzên istixbaratê yên rejîma Esad bi dehan ciwanên Kurd girtin bin çavan û ew şandin lêşkeriyê. Bi taybetî li bajarên Hesekê û Serêkaniyê ku mîna mozayiqa gelane û tam ne di bin desthilatdariya Kurdan de ne, gelek ciwan hatin girtin û ji bo şerê navxweyî yê artêşa rejîmê bi komên çekdar re hatin şandin. Divê ev yek ji aliyê “Desteya Bilind ya Kurd” carek din were nirxandin û tedbîrên cidî li himberî wê werin girtin. Divê destûr neyên dayîn ku hêzên rejîmê terorê li ser ciwanên Kurdan bimeşînin.
Wiha xwuyaye ku rejîma Esad carek din hêzên xwe yên eskerî li heremên rojavayê Kurdistanê dide ser hev û amedekariya terorîzekirina Kurdan dike. Wek tê zanîn piştî kuştina 4 kesayetên payebilind yên rejîmê li Şamê ji aliyê muxalefeta çekdar ve rejîm tevlihev bû û gelek eskerên wê ji wargehên Kurdan reviyan. Lê niha ew dîsa xwe dicivîne ser hev û carek din dest bi terorê dike. Divê ev hewledan ji aliyê Kurdan bê bersev nemîne. Qet nabe hêzên rejîma Esad ya ku li ber têkchûnê ye Kurdan terorîze bikin. Divê Yekîneyên Parastina Gel vê destdirêjiyê bê bersiv nehêlin. Rewşa li Hesekê û Serêkaniyê divê ber bi çavan were girtin. Li van bajaran û derdora wan bi sedhezaran Kurd dijîn û pêwîste bêtin parastin.
Ev pirsgirêk divê ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve di zûtrîn dem de bê çareserkirin.
Hêzên rejîma Esad yên ku li rojavayê Kurdistanê amedekariya operasyonan dikin divê bên rawestandin. Heger ew ji aliyê hêzên Kurd ve bên şikandin ev wê dibe nîşana qeweta Kurdan û ji bo hêzên muxalefetê yên girêdayî Tirkiyê ne jî peyameke watedarb e. Divê bê zanîn ku heremên Rojava yên di bin kontrola hêzên Kurdan de ne û ew baş parastî ne. Çi şêweyên dagirkeriya eskerî ji aliyê rejîmê an jî muxalefetê, dê bê bersev nemînin.
Li Sûriyeyê pîlanên li dij Kurdan