Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê jî der barê hevdîtina Beşar Esad û Ahmet Davûtoglû de ragihand ku aliyê Sûriyeyê peyama ‘dê Sûriye li hemberî komên terorî yên çekdar ti nermiyekê rave neke’ daye.
Di hevdîtinê de Esad diyar kir ku di warê pêkanîna pêvajoya reformand de biryardar û pêdagir in û amade ne ji welatên dost alîkariyê werbigire.
Davûtoglûyê ku li Sûriyeyê bi Esad re hevdîtinekê dirêj pêk anî, di vegera Enqereyê de di vî warî de daxwiyanî belav kir. Di dema vegera Davûtoglû de ajansa dewleta Sûriyeyê der barê hevdîtina navborî de agahiyên destpêkê belav kir û ragihand ku Esad di hevdîtinê de diyar kiriye ku ‘dê têkoşîna li dijî terorîstan berdewam bike’. Li ser pirsa rojnamegeran a têkildarê vê nûçeyê, Davûtoglû wiha axivî: “Her gotinê Esad kiriye, ez nikarim li vir qala bikim; me rewşa heyî destnîşan kir. Çalakiyên li dijî gelê sivîl, divê her dem di asteke standart de bin. Rast e, Esad derbirîneke weke ‘hin mîlîtan’ bi kar anî, lê vekirî negot peyva ‘terorîst’ bi kar neanî. Yekane tişta ku em dixwaze ew e ku di vê qonaxê de vîna gelê Sûriyeyê bê çalakkirin.”


‘Ew roj qet nayê!’

Der heqê daxwiyaniyên Esad de jî Davûtoglû bersivek wiha da: “Ger tu bêje yekem ewlekarî piştre reform, ew roja hêç nayê.”
Davûtoglû der barê hevdîtinê de wiha axivî: “Min ji lîderê Sûriyeyê Esad re, peyama nivîskî ya Serokomar Abdullan Gul, peyama devkî ya Serokwezîr Erdogan ragihand. Birêz Esad jî nêrînên xwe vegot. Daxwaza Tirkiyeyê ew e ku hemû birayên me yê Sûriyeyî di nav aştiyê de bijîn. Di vê çarçoveyê de me qala rawestandina xwîna tê rêştin û di dema bê de reform pêk bên, kir. Civîneke pir dostane û vekirî bû. Min tik î tenê peyamên komara Tirkiyeyê ragihand. Em dixwazin ku pêşiya pêkanîna reformên siyasî bên vekirin. Bi her alî re pêwendiyên me yên bi Sûriyeyê re dê bidome. Em ser gelek mijarên ku nabe ku ez qal bikin, rawestiyan. Em ê pêşkeftinên li Sûriyeyê bişopînin. Dê li Sûriyeyê vîna gel diyar be.”

 ENQERE




Mustefa Reşîd: Li Suriyeyê îhtimala şerê navxweyî heye



Serêdana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ya bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bi dawî hat. Heta niha ti daxuyanî li ser wê hevdîtinê nehatiye dayîn, lê birêz Davutoglu, piştî hevdîtinê bi lêz û bezî vegerîye Enqereyê.
Nivîskar Mustafa Reşîd armanc û encama serêdana Davutoglu nirxand.
Reşîd dibêje, helwesta Tirkiyeyê ya ser bûyerên li Sûriyeyê ne zelal e. Destpêkê de xwest alîkariya rejîma Sûrî bike û rê li ber wan bide, lê piştî ku dît ew nemeşiya, hîngê jiber reaksîyona cîhanê nêrîna xwe guhert.

Mustafa Reşîd her wiha dibêje, îhtîmalek xûrt heye ku şerê navxweyî li Sûrîyê destpê bike, taybetî jî di navbêra Alevî û Sunnîyan de.

VOA