Bajarê  Şamê  dîsa bi teqînekê mezin şiyar bû. Teqîn li nêzî otêla Merîdiyen ya ku 100 endamên şandeya çavdêran lê dimîn pêk hatiye, her wiha garaja wesayitên leşkerî jî li nêzî devera teqînê ye. Heta niha nayê zanîn ku armanca vê teqînê ku bû.
Ji aliyekî din ve şerên dijwar di navbera hêzên dewletê û yên muxalifên çekdar de li ser riya di navbera Heleb û Idlibê de pêk hatiye ku piraniya wan deveran li gorî muxalefetê di bin kontrola çekdarên wan de ye. Li gorî daxuyaniya çalakvanên muxalefeta Sûriyeyê ew tankên ku li wê debverê êrîş kirine bi temamî hatine imhakirin. Li gorî çavkaniyêm muxalefetê 40 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin û gelek tank û wesayitên zirxî jî hatine imhakirin. 
Malpera înternetê DebkaFile ya Îsraîlê ya ku bi nêzîkbûna xwe ya bi servîsên sîxûrî re tê nasîn, ragihand ku di vê hefteya dawiyê de tankên male Rûsan bi rêya Tirkiyeyê şandin ji muxalîfên Sûriyeyê û pereyê wê jî Qetar dide.
Li gorî îdîaya malperê, bi hewldanên Erebîstana Siûdî, Qetar û DYA’yê bi rêya Tirkiyeya ku beriya niha fuze û çekên din bi rêya wê hatibûn şandin, vê carê jî tank şandin ji muxalîfên Sûriyeyê re.
Li gorî nûçeya di malpera DebkaFile de cih girt, ji ber daxwaza muxalîfan a çekan, welatên rojava û Ereb, 20 tankên male Rûsan bi rêya Tirkiyeyê şandin. Pereyê van tankan jî Qetar dide.
Malperê ragihand ku Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton, di serdana xwe ya Stenbolê de erê kiriye ku ev çekên giran ji muxalîfên Sûriyeyê re bên şandin.

ŞAM