Hikûmeta AKP'ê ji destpêka kirîza li Sûriyeyê ve dijminayeta Kurdan ji xwe re kiribû armanca herî sereke. Ji bihara 2011'an û heta serê sala 2012'an ve, Ahmed Davutoglu, ku wê demê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê bû, bi qasî 20 caran serdana Şamê kir. AKP'ê dixwest bi qaşo 'pakêta reforman' desthilatdariya Esed qels bike û li Şamê hikûmetek li gorî kêfa xwe, ku li jêr rayedariya rêxsitina Birayên Misliman be, ava bike. Wê demê serê AKP'ê germ bû û li welatên Ereban behsa 'modêla îslama nerm/AKP'ê' dikir. Erdogan bawer dikir ku ewê êdî bi riya hevalbendên xwe yên Birayên Misilman, paytextên mîna Qahîre, Tunis, Terablus û Şamê, bigre dest û bi rê ve bibe! Di vê 'pakêta reforman' de AKP'ê 2 şert dabûn pêşiya Esed: Dewlet wek berê navendî bimîne û tu cûreyên fedralîzimê qebûl neke û nasnameya Kurd di destûra bingehîn de neyên naskirin.
Hewldanên AKP'ê bi Esed re têk çûn. Muxalefetê dest bi şerê çekdarî kir. Komên efserên sunî ji artêşa Esed qut bûn û 'artêşa azad' ava kirin. AKP'ê jî li gorî xwe komên çekdar ava kir û dest bi finanse û alîkariya Muxalefeta Şamê, ya ku li gorî wê tevdigere, kir. Ji wê demê û heta niha dewleta Tirk bi riya komên çekdar yên muxalefeta Şamê, pişt re El Nusra û DAIŞ, bi hemû hêza xwe li dijî Kurdan û li dijî xweseriya Rojava tevdigere. Ji bo AKP'ê armanca herî sereke nema êdî rûxandina Esed, lê têkbirina Rojava, PYD û YPG ye. Dewleta Tirk hemû hûnera xwe ya şerê qirêj û tarî li dijî Kurdên Rojava, PYD û YPG da xebitandin.
Di warê siyasî de muxalefet li dijî Rojava sor kir û hin partiyên Kurd bi polan kirî û ew li dijî tecrubeya Rojava mîna cerdevanên siyasî dan xebitandin. Hewldana avakirina heremek tampon xist rojevê. Lê bi hatina Rûsiya ya nava qada şer û hevkariya Koalsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ bi hêzên YPG re, pişt re bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re, ev pîlanên Enqerê têkçûn. Tecrubeya Rojava her roj bi pêş dikeve. PYD dikarîbû li Rojava û Sûriyeye rolek pêşeng bilîze. Ji destpêkê ve hêzên muxalefeta Şamê yên demokratîk, layik, welatperwer û serbixwe, organîze kir û ew li dijî hêza muxalefetê ya girêdayî Tirkiyê, Qeter û Saûdî Arabistanê, mîna alternatîv derxist pêş. Li Rojava jî, PYD hevkariyek berhemdar bi Ereb û Suryaniyan re saz kir. Rêbaza Neteweya Demokratîk esas girt û bi vê yekê re rê li ber destwerdana hêzên derve girt. Ji bo ku hin partiyên Kurd bîne nava xeta tekoşîn û avakirinê, hewledanên mezin dan, lê van hêzan PYD red kirine û xwe firotin dewleta Tirk û muxalefeta nijadperst ya girêdayî Enqerê.
Ji sala 2011 an û vir li Sûriyeye 2 iradeyan li dijî hev şer dikir. Iradeya PYD/YPG/Rojava/ Kurdan/xeta Sûriyeye ya welatperwer û iradeya AKP/DAIŞ/muxalefeta nijadperest. Ev irade niha hîna li meydana şer û li meydana siyasetê li Cnevreyê li dijî hev şer dikin. Dewleta Tirk bi riya hevalbendên xwe hewil dide iradeya Sûriyeya demokratîk ya ku PYD serkêşiya wê dike, têk bibe. Lê ev irade li ser rûyê erdê bûye rastiyek û destekê ji cîhanê digre. Li dijî terora navnetewî bûye hêviya tevahiya mirovayetiyê. Ji ber ku AKP'ê li Sûriyeye li iflasê xisriye, em dibînin ew mîna gurê dev bi xwîn dîn û har bûye. Her roj bi topan êrîşî sivîlên Kurd dike. Efrînê dide ber topan û çeteyên xwe bi ser taxên Kurdan li Helebê ve dişîne. Herî dawî bi qasî 100 çete şand ser bajarê Til Abyadê. Xwest li wir komkujiyekê pêk bîne. Armanca AKP'ê ya sereke ew e ku Kurdên Rojava derbider bike. Wan bi teror û komkujiyan tune bike. AKP'ê êdî tenê bi rêbaza komkujiyan kîna xwe ya li hemberî Rojava derdixe der. Niha bi hemû hêza xwe hewl dide rê li ber azadkirina Ezazê bigre. Hewl dide ku Efrîn tevî Koban û Cezîrê nebe. Jixwe mijara ku 'Sûriyeye dikare bibe welatekî federal' ya ku vê dawiyê hin berpirsên DYA û Rûsiya gotibûn, AKP'ê û Erdogan ji hiş ve dixe. Xweseriya Rojava cihê xwe digre. Ji bo tevahiya Sûriyeye dibe hêvî. Hêzên Sûriyeya Demokratîk êdî li ser asta heremê bûne hevkarê sereke li dijî terora DAIŞ'ê.
AKP'ê her roj rûreştir dibe û li cîhanê tê dorpêçkirin. Jixwe tu çareseriya siyasî bêyî Rojava, QSD û PYD ne pêkan e. Tevî siyaseta topbarana sivîlan û destdekdayina komên çete, dê AKP'ê nebe xwedî tu gotin di Pêşeroja Sûriyeye de. Dê iradeya wê ya şer û terorê têk biçe. Dê iradeya azadî, demokratî û biratiya gelan li Rojava û Sûriyeye bi serbikeve. Dê Sûriya Federal bibe cîrana dewleta Tirk û wê neçarî guhertin û demokratîzekirinê bike.