Li gorî bîlançoya dawî ya êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Sûweyda ya li Başûrê Sûriyeyê, ku roja Çarşemê bi rengekî koordîneyî hatin kirin, nêzî 250 kesan canê xwe ji dest da. Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê êrişa li dijî Sûweyda bi tûndî şermezar kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.
Çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî koordîneyî êriş birin ser gelek gundên li herêma Sûweydayê. Di dema êrişan de gelek çalakiyên xwekujî hatin kirin. Sûweyda ji aliyê rejîmê ve hatiye kontrolkirin. Çeteyên DAIŞ‘ê jî li çola li bakurê rojhilat ê vê herêma ku pirraniya şêniyên wê Dûrzî ne, hene. Sûweyda ji sala 2011’an dema destpêkirina şerê navxweyî û vir ve zêde neketibû bin bandora şer.
Ji roja Çarşemê û vir ve bîlançoya êrişan timî girantir bû. Di êrişan de ku çeteyên DAIŞ‘ê berpirsyariya wan li xwe girt, li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê nêzî 250 kesan mirin. Midûrê Saziya Çavdêriyê, Ramî Abdul Rahman got, “Niha 246 kes mirine ku 135 jê sivîl in.” Ji bilî sivîlan ên jiyana xwe ji dest dane; şervanên alîgirê rejîmê ne û gundiyên ku ji bo parastina gundên xwe rahiştine çekê.
Ramî Abdul Rahman got, “Bîlanço giran dibe. Gelek sivîl hîn winda ne.”
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan herî kêm 45 çeteyên DAIŞ’ê di dema êrişan de mirine.
TEV-DEM`ê êriş şermezar kir
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akîf derbarê bûyerên dawî de civîna çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo lidar xist. Hejmarek rojnamavan beşdarî civîna çapemeniyê bibûn.
Berdevkê Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akîf daxuyanî da û got, “Bi navê navenda me tişta li Siwêda çêbûye di dîroka 25.7.2018´an de bi awayekî tûnd em şermezar dikin û em bi gelê wê re hevgirtî ne. Armanca vê êrişê heman armanca êrişa li dijî Efrînê ye ji ber ku şerê gel ê li dijî terorê berê û ta niha jî ji bo parastina tevahî Sûriyê bû. kesên ku bûne qurbanî em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û ji bo birîndaran re em şîfaya lezgîn dixwazin. Pêwîst e hemû ked ber bi her tiştî ve ku xizmeta çareseriyê dike, biçe û her wiha avakirin Sûriyeke demorkatîk bêyî bergehên şidet û cudakariyê.”
ANHA/QAMIŞLO