Endamên PYD, PJAK, PDK, YNK, Tevgera Goran, Meclisa Gel a herêma Orebrû, Hizba Demokrat a Kurdistan, Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê, Partî Serbixwe û Komeleya Kurdî ya bajarê Orebrû û nûnerên gelê Suryanî cihê xwe di nava komîteyê de digrin.
Komîte ji bo destekê bide şoreşa rojavayê Kurdistanê, wê di warên aborî û siyasî de rêzeçalakiyan lidar bixe. Bi vê armancê, doh ji bo balê bikşîne ser rewşa rojavayê Kurdistanê komîtê xwepêşandanek birêve bir. Bi sedan kesên li navenda bajêrê Orebrû kombûn, bi gotina sloganan şoreşa Sûriyeyê û xweseriya rojavayê Kurdistanê silav kirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Ji Sûriyê re demokrasî û ji rojavayê Kurdistanê re xweseriya demokratîk", alên KCK, PYD û Herêma Başûrê Kurdistanê hatin hilgirtin. Piştî meşê, li ser navê komîtê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şiyar Elî daxuyaniya hevbeş xwend. Di daxuyaniyê de ji hukûmeta Swêd û hemû hêzên navnetewî hate xwestin ku li ser hîmê azadî û yekîtiya demokratîk ya hemû gelên li Sûriyeyê nêzîkî pêvajoyê bibin û piştgiriyek rast bikin.
Her weha di serî de Kurd, Suryanî û Ermenî, bang li hemû gelên li Sûriyê hate kirin ku pişgirî û hevkariya di navbera xwe de xurt bikin. Ji partiya çep a Swêdê Yohanna Troll jî piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa gelên li Sûriyeyê diyar kir û xwest ji bo rawestandina xwîna diherike hemû alî bi erkên xwe rabin. Endamên komîteyê jî di axaftinên xwe bang li hemû Kurdistaniyên Ewrûpayê kirin da ku piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê.
OREBRÛ