
Berxwedana li welat
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe de diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn bi qebûlkirina hev, bi hurmetdayîna baweriyên hev, bi înkarnekirina nasnameyên hev, bi nekirina dijminatiyê dikarin bi hev re bijîn. Demîrtaş got, "Dem ne dema dijminatiyê, dema yekîtiyê ye." Demîrtaş da xuyakirin ku piştevanî û yekîtiya Kurdistaniyên li dîasporayê nîşan didin heyecanê dide çar aliyên Kurdistanê û got, "Bi taybetî gelên me yên Êzîdî û Suryanî yên li Şengal û Nînova, gelê me û gelên me yên li Mexmûr û Laleşê li ber xwe didin, gelên me yên li Rojava li ber xwe didin, wê vî rihê piştevaniyê, vê silava hûn ji vir dişînin di rih û dilê xwe hîs bikin."
Demîrtaş diyar kir ku ew bawer e gelê Kurd wê van zor û zehmetiyan jî ji holê rake û bibîr xist ku di dîrokê de desthilatdaran gelek caran êrîşî gelê Kurd kirine, lê belê di her carê de gelê Kurd dest daye hev û bi têkoşîna hevpar ev êrîş pûç kiriye. Demîrtaş wiha got: "Ev roj ew roj e. Îro roja yekgirtinê ye. Bi taybetî jî ji aliyê ewlekariya neteweyî ve. Ez bawerim ku li her çar parçeyên Kurdistanê, li her goşeyê di dilê kurdan de yekîtî heye. Pêwîste siyasetên Kurdan jî, partiyên Kurd jî bersivê bidin vê daxwaza gel. Eger em neyên cem hev û parastina rewa ya gelê xwe nekin, mîna li Şengalê wê qirkirinên nû bi serê gelê me de bên. Mîna li vê salonê divê em di vê meşa mezin de jî bi hev re bin. Ji ber ku me soz dane şehîdên xwe."
´YPG Êzîdiyan rizgar kir´
Berdevkê Komîteya Siyasî ya Meclîsa Zangonsaz a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omer jî da xuyakirin ku li Rojava dîroka Kurdan tê nivîsandin û destnîşan kir ku serketina Rojava serketina tevahiya Kurdistanê ye. Omer ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê yên beşeke mezin a Iraq û Sûriyeyê dagir kirine, li Rojava rastî berxwedaneke mezin hatine lewma neçar mane xwe vekişînin û bibîr xist ku li Şengalê qirkirina li hemberî Êzîdiyan dewam dike û cîhan jî bi tenê lê temaşe dike. Omer destnîşan kir ku hêzên YPG û HPG'ê bi sed hezaran Êzîdî ji komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine. Omer da zanîn ku bi derfetên xwe yên gelek kêm, tevî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê jî wan Êzîdî kirine mêvanên xwe û ew ê vê yekê dewam bikin. Omer bang li tevahiya rêxistin û partiyên Kurd kir ku di nava yekîtî û piştevaniyê de bin û kongreya neteweyî pêk bînin.
Ji bo azadiya Ocalan îmze
Nûnerên partiyên siyasî yên Swêdê yên beşdarî festîvalê bûn jî destnîşan kirin ku gelê Kurd xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe ye. Di festîvala ku Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdê, nûnerên partî û rêxistinên Suryanî jî lê amade bûn de, Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Êzidiyan alîkarî kom kir. Her wiha namzetên Kurdistanî yên di hilbijartinên parlament û şaredariyê de ji bo serketinê wê li ber xwe bidin de, xwe dan naskirin û peyamên piştevaniya Rojava û Êzîdiyan dan. Kurdistaniyan di festîvalê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî îmze kom kirin. Di nava Kurdistaniyên îmze dan Salih Gok ê di nava salekê de 50 hezar îmze kom kir de, Selahattîn Demîrtaş, Remzî Kartal û Abdulkerîm Omer jî hebûn. Di festîvala ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê ve hat organîzekirin, Koma Govendê ya Zagros, hunermend Kemalê Amed, Kewê, Ayad Husseîn, Bangîn, Cemîle Pîre, Dişad Hewlêrî û Gursel derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
STOCKHOLM