Endamên Komeleya Jinên Kurd a Amara, pêr li qada Sergel a Stockholmê saet di navbera 17.00 û 19.00’an de di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu’ çalakî pêk anî.

Jinan tîşortên li ser wêneyên Ocalan hebûn li xwe kirin û belav belavkirin û îmze komkirin. Her wiha jina der barê geşedanên dawî yên Tirkiye û Kurdistanê de jî agahî da rayagiştî. bernameya ku 15 kes tevlibûn de jinên Kurd dema îmze berhev dikir, ji bo der barê geşdanên Tirkiyeyê de eleqeyan gel bipîve pirs ji gel pirsî.
Di encamê hat dîtin ku ciwanên temenê wan di 25’î de ye der barê pirsgirêka Kurd de agahiya wan nîne û ji meha Gulanê û vir de berxwedana Taksîmê ya destpê kiriye dizanin.
Yên kut emenê wan di ser 30’î re jî piraniya wan diyar kirin ku ew zextên li ser Kurdan ya li Tirkiyeyê dizanin û şîdeta polîsan jî dizanin. Hinekan di hevdîtinê da zanîn ku ew bawerin dê pêvajo bi serkeftinê encam bibe lê hinekan jî gotin ew bi Erdogan ne bawerin.

Ji civanan daxwaza azadiyê

Ciwanê 17 salî Hasan Yusuf yê ku malbata wî ji Somaliyê koçî Swêdê kiriye got wî navê Abdullah Ocalan nebihistiye, pirsigrêka Kurd nizane lê got bila kes ji ber fikr û nêrîna xwe neyên girtin. Yusuf îmzeya xwe jî bo vê avêt.
Carl Erden och Emîlî Palme yê 20 salî got wî qet navê Ocalan nebihistiye, lê rewşa ciwan û siyasetmedarên li Tirkiyeyê dizane. Ciwanê bi navê Hamît jî anî ziman ku rewşa Kurdan baş dizane û got bila girtiyên siyasî bê berdan.
Fadîma Ahmed ya 18 salî û Kîm Blex a 18 salî jî destnîşan kirin ku ew der barê pirsgirêka Kurd de ne agahdarin lê gotin ji bo parêzvanên mafê mirovan bên berdan îmzeya xwe davêjin.
Josefin Aramayo (18)  jî da zanîn ku hevalên wî yên Kurd hene, lê der barê geşedanên Kurdistanê de kêm agahiya wî heye û îmzeya xwe bo girtiyan avêt.
Gustav Ostlund (24) anî ziman ku hevalên wî yên Kurd hene û ji ber vê pirsigirêka Kurdan dizane û îmzeya xwe bo girtiyan avêt.
'Divê baweriyê bide Kurdan'
Abraham Bentsson (56) jî destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide têkoşîna Kurdan û got baweriya wî ne ku pêvajoya aştiyê bigihêje serkeftinê û got divê destpêkê Erdogan baweriyê bide Kurdan.
Penaberê  Şilili Petro Contera  (46) diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka kêmaran heye  û pêngavên bo pirsgirêka Kurd hatiye avêtin erênî ne.
Her wiha kesên bi navê  Kirsti Blix (51) David Heder (42), Diabo Sauzo Del Gaudio (28) îmzeyên xwe avêtin.
Ji KOmeleya Jinan a Kurd ya Amara a Stockholmê Xerîbe Renas destnîşan kir ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî her rojên duşemê îmzeyan kom dikin û got ew kampanyaya xwe bi coşeke mezin dimeşînin. 

STOCKHOLM




PYD’ê dest bi qonaxa 4'êmîn kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Bajarê Hesekê dest bi qonaxa 4. a Kampanya berhevkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Bajarê Hesekê dest bi qonaxa 4. a Kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.  Di çarçoveya kampanyayê de PYD’ê serdana navenda Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê ( El- Partî ) Şaxê Nesreddîn Îbrahîm û Encumena Eşîrên Kurd li Cizîrê kir.
Ehmed Ebdullqadir Endamê ( El- Partî ) di pêşwazîkirina PYD’ê de ev pêngav pîroz kir û wiha got: ‘’Em  jî dengê xwe tevlî dengê gelê xwe dikin û dibêjin pêwîste Rêber Apo azad bibe. Azadiya ramanê nayê girtin û mirovê ku ji bo ramanê xwe were girtin pêwîste were azad kirin. Rêber Apo jî ji ber ramanên xwe hatiye girtin. Her wiha ji me û her kesî tê xwestin ku em dengê xwe bidin ji bo azadiya Rêber Apo.’’
Her wiha endamê Encumena Eşîrên Kurd li Cizîrê Fewaz Bengo, jî bangewazî li hemû Eşîrên Cizîrê kir ku tevlî kampanya berhevkirina îmzeyan bibin û diyar kir ku kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya birêz Ocalan e.

Li Cindirêsê 36 hezar imze

Her wiha ‪ li navçeyan Cindirêsê ya Efrînê jî 36 hezar û 465 îmze hatin komkirin.‬
‪Derbarê mijarê de Komîteya Kampanyaya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, li navçeya Cindirêsê daxuyaniyek da çapemeniyê.‬
‪Serokê Meclisa Gel a Navçeya Cindirêsê û Endamê Komîteyê Xelîl Ebas daxuyanî xwend û diyar kir ku Li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê pêvajoya şoereşên gel hatiye destpêkirin, lê naveroka van şoreşên ku li Tunus, Lîbya, Misir, Yemen û Sûriyê  rû dan, ji hêla kapîtalîzmê û û Îslama siyasî ve hatiye valakirin û di encamê de çetetî pêşket, lewre jî bi hezara mirov hatin kuştin û koçberkirin.‬

Komîteyên berhevkirinê avakirin‬

‪Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di demeke ku piraniya herêmên Sûriyê hatine wêrankirin de, li herêmên Kurdan di çarçova sistema Xweseriya Demokratîk de û li ser rê û ramana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, gel hatiye birêxistinkirin û li hemû gund, bajar û taxan meclisên gel hatine avakirin.‬
‪Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi felsefeya  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tevgera azadiya gelê Kurd li herêmên Kurdan biratiya gelan û jiyana hevbeş ya hemû pêkhateyan wek rêbaza têkoşînê nîşan daye û wiha domandin: "Ji ber vê yekê ji bo mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçova kampaniya imzeyan ku li seranserê Kurdistan û cihanê hatiye destpêkirin de, me jî li navçeya Cindirêsê bi alîlariya saziyên mîna Meclisên Gel, Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Saziya Çand û Huner û Partiya Yekîtiya Demokratîk, komîteyên berhevkirina imzeyan avakirin. Gel pêwendiyek gerim bi kampanyayê re nîşan da. Heta niha li navçeyê  36 hezar û 465 imze hatine berhevkirin. Kampanya hîn berdewam e."‬

 EFRÎN‬/ HESEKÊ