Sivîl-DER, di bin navê "Rabin em reqora cîhanê bişkînin" xwe amade dikin ku 30 hezar kes bi hevre pirtûka helbestan ya Ahmed Arif a "Ez Anatoliya me" bi yek dengî bixwînin. Ceribandina rekorê dê di 25'ê Îlonê de pêk bê. Sivil-DER'ê, meclîsa projeyê ku di navde rojnameger, nivîskar, rewşenbir jî hene ava kir. Meclîs, ji bo hewldana rekorê dê civînan çêke belavokên destan belav bike. Ji bo projeyê pankart û avîşên Kurdî (Kurmancî Zazaki) û Tirkî hatin daliqandin. Li navçeya ku 70 hezar xwendekar hene, xebata rekorê zêdetir li ser xwendekaran tê meşandin. Helbesta Ahmet Arîf a Ez Anatoliya me, dê ji aliyê 30 hezar kesan ve bi Kurdî, Tirkî û erebî bi yek dengî bê xwendin.
Di projeyê de Qeymeqamê Sêweregê Şaredariya Sêweregê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî, Waliyê Rihayê Parlementer Nûnerên saziyên sivîl ên civakî ji piştgiriyê didin. Beriya rekorê dê wêjeya Ahmed Arif û Mehmet Uzun û Sînemaya Yilmaz Guney bên pêşandan. Serokê Sîvîl-DER'ê Muzaffer Bayram, anî ziman ku armanc dikin ku reqora cihanê bişkînin û nirxên heremê bidin nasîn û parastin. Bayram, da zanîn ku bi vê xebatê dixwazin pirsgirêkên Sêweregê bînin ziman û nasnameya Sêweregê bidin naskirin. Bayram wiha got: "Di ceribandina rekorê de dê bi Ciwan Haco re girêdana zindî jî bê kirin."
DÎHA/RIHA