
Salvegera damezrandina PKK’ê li Swîsreyê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Kurdistanî bi hezaran beşdarî pîrozbahiyê bûn û peyama “Me bi PKK’ê dest pê kir, em ê bi PKK’ê bi ser kevin” da. Di axaftinan de jî hate gotin, “Ji bo azadiya Ocalan divê têkoşîn hê bê xurtkirin.”
Pîrozbahî li Messe Center a li bajarê Luzern ê Swîsreyê pêk hat, gelek siyasetvan axivîn û di dawiyê de Ozan Emekçî, Seyîdxan, Kewê, Çetîn Oraner û komên muzîkê yên Navenda Çanda MED derketin ser dikê.
PKK ber bi serketinê ve diçe
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swîsreyê, Metîn Mîntaş di çalakiya pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîna 40 salî ya PKK’ê. Mîntaş got, PKK êdî dikare gav bi gav ber bi seketina çar parçeyên Kurdistanê ve biçe û wiha peyivî: “Bi tecrûbeyên 40 salan ber bi serketinê ve diçin.”
Piştî Mîtaş siyasetvan Cûma Tak axivî û qala rêxistinkirina gavên yekem a PKK’ê kir û got: “Gelê Kurd bi pêşengiya PKK’ê şer kir û gihişt rojên îro. Îro gelê Kurd gihiştiye nuqteya azadkirina mirovahiyê. Heta ku Rêber Apo azad nebe, bila gelê Kurd baş bizane wê azad nebe. Divê her kes ji bo azadiya Serok Apo şer bike û wî azad bike.”
Piştî axaftinan peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi dîmen hate nîşandan.
LUZERN