Yekîtiya Jinên Swîsreyê (YJK-S) ku wê bibe yekemîn rêxistina sîwanî ya jinên Kurd ên li Swîsreyê, bi kongreya yekemîn re hat ragihandin.

Tevgera Jinên Kurd a li Swîsreyê, bi kongreya 1. a li bajarê Grenchen ê Kantona Solothûrn re weke rêxistinbûyîna sîwanî Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê ragihand.

Kongre bi beşdariya 200 delegeyan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Piştî hilbijartina dîwanê siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser wate û girîngiya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê û serketinên jinên Kurd ên li qada navneteweyî.

KJK û Yekîtiya Jinên Sosyalîst peyamên piştgiriyê şandin.

Piştî guftûgoyan hilbijartin pêk hat û 7 jin ji bo desteya rêveber, 3 jin jî ji bo desteya kontrolê hatin hilbijartin. Kongre bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.


3. Kongreya Meclîsa Fatoş Saglamgoz  

Li bajarê Hollanda Arnhemê, Meclîsa Fatoş Saglamgoz kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Di berdewamiya kongreyê de raporên xebata salekê hatin xwendin û nirxandin. Di dawiyê de jî meclîsa ji 25 kesan hat hilbijartin. Her wiha komîsyonên rêxistinbûyîn, karên derve, perwerde, çand, dîsîplîn, kontrol û dayikên aştiyê hatin avakirin.


Li Meclîsa Jinê ya Rozerîn heyecana kongreyê

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, Meclîsa Jinê ya Rozerîn kongreya xwe lidar xist. Kongre bi beşdariya 150 delegeya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Her wiha meclîsa ji 48 kesan hat hilbijartin û komîsyonên rêxistinbûyîn, karên derve, civakê, jinên ciwan, çand, malbatên şehîdan, bawerî û perwerdeyê hatin avakirin. Ji bo berdevkiya meclîsê jî Cennet, Gulnaz û Fatma hatin hilbijartin. 


NAVENDA NÛÇEYAN