
Piştî ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê hat destpêkirin, pêr DAIŞ´ê li bajêr dor lê hatî girtin, ji bo ku ji derve çek û cebilxane bîne û dorpêçê bişikîne, êrîşeke berfireh da destpêkirin. Di şerê qewimî de 3 jê serçete, 72 terorîstên DAIŞ´ê hatin kuştin, yek bi saxî hat girtin, û 10 tirmpêlên çeteyan jî hatin îmhakirin. Di şer de 2 endamên QSD’ê jî jiyana xwe ji dest da.
Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Operasyona Rizgarkirina Tebqayê 21’ê Adarê dabû destpêkirin, operasyon di roja xwe ya 33´yan de dewam dike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), dorê li çeteyên DAIŞ´ê yên li Tebqayê teng dikin. Ji bo çete ji vê dorpêçê xilas bibin pêr careke din êrîş kirin.
Êrîş jî çete jî hatin şikandin
DAIŞ’ê êrîşa xwe ya ji destpêka operasyonê ve ya herî mezin pêr danê sibehê da destpêkirin. Li başûrê Tebqayê li gundên Ayid Kebîr û Cub El-Ebû Cabir, dîsa li başûr-rojavayê Balefirgeha Leşkerî û gundên Icêl, li rojhilatê bajêr gundên Îbad, Safsafah û Sahil El Xeşeb êrîşên giran anîn ser çeperên QSD’ê.
Ji ber ku duh bahoza xîz û qûmê hebû, û mesafeya dîtinê heya 5 metreyan kêm bûbû, DAIŞ’ê xwest ji vê yeke sûd wergire. Lê li gel şert û mercên hewayî yên nebaş jî QSD’ê bi hişyarî bersiv da êrîşa giran.
Şervanên QSD’ê rêyên çeteyan qut kirin û nehiştin dorpêça li derdora Tebqayê bê şikandin. Şerê saet 05.00’ê sibehî dest pê kirî heta saet 22.00’yên şevê bê navber dewam kir. Di encama şer de derbên giran li çeteyan hatin xistin.
Xeta Ayid Kebîr û Cub el Ebû Cabir
Çeteyan ji bo ku dorpêçê bişkînin û serçeteyên xwe ji Tebqayê birevînin li başûrê bajêr bi hemû hêza xwe êrîşî gundên Ayid Kebîr û Cub El-Ebu Cabir kir. Di vê êrîşê de çeteyan darbên giran xwarin û ji bajêr teqwîye xwestin. Şervanên QSD’ê nêzî gundên Ayid Kebîr, wesayîtên teqwiyeyê hedef girtin û wesayiteke cebilxane barkirî û 2 wesayitên leşkeri hatin derbkirin. 2 wesayitên çeteyan ên Toyota jî bi çalakiya sabotajê hatin îmhakirin.
Di şerê li derdora gundên Ayid Kebîr û Cub El-Ebu Cabir de yek jê emîr 3 çete hatin kuştin. Piştî êrîş şikiya şervanan 3 cenazeyên çeteyan, yek RPG (B-7) roketavêj û 5 roketên wê, 3 kaleşnîkof, 2 rext, êlekekî xwekujiyê û hin cebilxane desteser kirin.
Şervanên li çeperên rojhilat êrîş şikandin kîlometreyek bi pêş ve çûn.
Li rojhilatê Tebqayê jî çeteyan xwest ji bahoza xîz û qûmê sûdê wergirin û bikevin gundên Ibad, Safsafah û Sahil El-Xeşab. Lê li vir jî rastî bersiveke giran hatin û 10 çete hatin kuştin. 2 wesayitên çeteyan jî bi mayinên ku şervanan li rê bi cih kiribû qelibîn û îmha bûn. Wesayiteke çeteyan jî kete destê şervanan.
Gundê Icêl û derdora Balefirgehê
Li Balefirgeha Leşkerî a li başûrrojavayê bajêr û gundê Icêl ê li başûrê bajêr jî çeteyan êrîşên hemwext pêk anîn. Di şerê giran de 2 jê emîr 24 çete hatin kuştin. Cenazeyên 2 jê emîr 17 çeteyan ketin destên şervanan. 7 cenaze jî çeteyan ji qadên şerî revandin. Di encamê de yek RPG (B-7), çekeke Lawê ku aîdê Tirkiyeyê ye, 8 kaleşnîkof, 2 BKC, 2 lûleyên balefirşikên, 2 bombeyên destan, 3 cîhazên dîjîtal yên muxabereyê, teqsiyek, motorbiskilêtek, 3 mînîbus hatin desteserkirin.
Li rojava 800 metreyî bi pêş ve çûn
Şervanên QSD’yê li mile rojava jî 5 çete kuştin û yek jî bi saxî girtin. 2 wesayitên çeteyan jî li vî milî hatin îmhakirin û yek RPG (B-7) roketavêj û 5 fîşekên wê û 3 kaleşnîkof hatin desteserkirin.
Koalîsyonê 7 êrîşên hewayî pêk anîn
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bi balefiran piştgirî da şervanên QSD’ê. Li bajêr çeperên çeteyan bi 7 êrîşên hewayî hatin hedefgirtin. Di encama bombebaranê de 30 çete hatin kuştin û wesayiteke doçkabarkirî, yek Hammer û minibûsek hatin îmhakirin.Di şer de 2 şervanên QSD’ê ku di şikandina van êrîşên giran de xwedî roleke girîng bûn, şehîd bûn û 4 şervan jî birîndar bûn. Piştî şikandina êrîşê, operasyonê dewam kir.
Nûqteyên stratejîk hatin paqijkirin
Şervanên QSD’ê yên ku ber bi navenda Tebqayê ve bi pêş ve diçin, Çerxerêya Elef, Girava Mehmiye û beşek ji taxa El Weheb ji çeteyan paqij kir.
Operasyona rizgarkirina Tebqa û Bendava Firatê piştî çikandina êrîşa berfireh a pêr, bi xurtî dewam kir.
Doh ber destê sibehê, şervan ji milê bakur-rojavayê Tebqa ve bi pêş ve çûn. Saet 14.00’an şervan gihiştin Çerxeriya Elef û di demeke kin de ev der ji çeteyan paqij kir û xist bin kontrola xwe. Li bakurê rojavayê bajêr jî şervanên QSD`ê pêr bi şev ber bi Girava Mehmiyê ve bi pêş ketin. Ber destê sibehê şervanan girava di nav ava Firatê de û nêzîkî bendavê ye ji çeteyan paqij kir. Hêzên QSD’ê li rojhilatê Tebqa jî derbên giran li çeteyan dan û ji taxa îskenderiyê derbasî taxa El-Weheb bûn. Di encama şer de şervan bi dirêjahî 1 km û bi firehiya 500 m bi pêş ve çûn. Saet 13.30’an şervanan beşek ji taxa El-Weheb xist bin kontrola xwe û ji çeteyan paqij kir. Şer li her du herêman ji şevê din ve dewam dike, lê heta niha hejmara kuştiyên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Bipêşveçûna şervanan ber bi navenda bajêr ve jî dema ku nûçeya me dihat amadekirin, dewam dikir.
ANHA / REQA