Şêniyên bajarê Tebqayê bi hevkariya Meclîsa Sivîl tevî derfetên kêm û bi koordîneya bi Şaredariya Gel û Komîteyê Xizmetê yên taxên bajêr re, dest bi xebatên paqijiyê kirin.

Ev xebat bi boneya Cejna Remezanê hat destpêkirin û heta paqijkirina tevahî bajêr dê bidome. Derbarê mijarê de Endamê Buroya Paqijiya Giştî ya Şaredariya Gel a bajêr Ebdulrehman Xemrî bang li desteyên navneteweyî û rêxistinên cîhanî kir ku bi erka xwe rabin û alavên pêwîst ji şaredariyê re peyda bikin. 


 TEBQA