Navenda Ragihandina HPG´ê bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên gerîlyayan ên van rojên dawiyê de agahî dan. Navendê bi bîr xist ku artêşa Tirk a gelek derban dixwe, dixwaze bi nûçeyên derew xwe serketî nîşan bide û got, bi vê daxuyaniyê ew encamên rast ên şerî radixin ber çavan.

Li gorî agahiyên Navendê dayî, 24 Gulanê li navçeya hekariya Çelê, li zozanên gundê Zawîte, gerîlayan derb li eskeran daye û û di vê êrişê de 4 esker hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne. Heman rojê gerîlayan li girê Çeperê Şêxa li wesaîteke zîrhpoş xist û ev wesaît îmha kir. Di vê çalakiyê de jî 3 esker hatine kuştin. Gerîlayan ev çalakî ji bo bibîranîna Şehîd Bedran Gundikremo li dar xistiye.

HPG´ê da zanîn ku 25´ê Gulanê saet 17.00´an li navçeya Hekariya Şemzînanê, li devera Gerdiya, li mintiqa Xapûşkê bi nizilîna nav yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk, derb lê xist. Di vê çalakiyê de 4 eskerên Tirk hatin kuştin.


12 tîmên taybet hatin kuştin

Li ser operasyona artêşa Tirk a li katoyê jî Navendê da zanîn ku roja 24´ê Gulanê saet 19.00’an gerîlayan li girê Geznaxê weriviye nav tîmên taybet û çar çeper û du konên wan îmha kirine. Di çalakiyê de 12 tîmên taybet hatin kuştin û gelek birîndar bûn. Eskerên mayî jî ji gir reviyan. Gerîlayan li vir sîleheke sûîqestê ya HK-417 jî rakir.

Heman rojê çalakiyek li dijî hêzên artêşa Tirk ên li Bêşebaba Şirnexê jî hatiye lidarxistin, lê belê encamên wê nehatine kifşkirin.

Navenda Ragihandina HPG´ê da zanîn ku di çalakiya 25´ê Gulanê a li devera Gabar a Botanê, li Girê Şerefiyê çeperekî sîleha giran A-4´ê hatiye îmhakirin û 4 esker hatine kuştin. 


Li Amedê 6 esker hatin kuştin

HPG´ê da zanîn ku 21´ê Gulanê li navçeya Amedê Pîranê, li devera Şehîd Brûsk artêşa Tirk operasyoneke eskerî bi rê ve biriye, gerîlayan jî 4 çalakî li dar xistine û di encamê de 5 esker hatine kuştin û 2 jî hatine birîndarkirin.

Di çalakiyeke 24´ê Gulanê de jî li devera Apê Mûsa, nêzî Çemê Elîk, li girê Şixan li eskerên Tirk xist, lê belê encamên zelal ên çalakiyê nehatin bidestxistin.

Heman rojî li girê Markê ê navçeya Amedê Licê eskerek hat kuştin, tankereke mazotê jî hat derbkirin.


Tendurek bû xewnareşka artêşa Tirk

HPG´ê li ser operasyona dewleta Tirk a li Tendurekê û çalakiyên gerîlayan jî got, “Ji aliyê gerîlayên me ve li Herêma Serhedê, dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Argeş û Şehîd Eylem kirine. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de; 23’ê Gulanê piştî nîvrojê heta roja 25’ê Gulanê jî li Çiyayê Tendûrekê çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Di encama çalakiyê de gerîla çûne ser cenazeyê 45 leşkaran. Di vê çalakiyê de çekek BKC, çekek melez a HK-33, çeka bombe avêj û rextek, kamerayeke termal û gelek çenteyên leşkerî li gel amûrên wan hatin desteserkirin. Artêşa Tirk bi balafirên şer û helîkopterên tîpa Kobra, obus û hewanan qad bomberdûman kir. Her wiha hêzên me helîkopterên hatin qadê jî bi çekên giran derb kirin û helîkoptereke tîpa Kobra jî derb kirin.”

HPG´ê da zanîn ku hemleya wan a şoreşger dewam dike û her ku encam bi dest ketin, ew ê wan li raya giştî eşkere bikin.