Li navçeya Tetwanê jî di çarçoveya kampanyaya 4 daxwazên kurdan ên sereke de kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Di metna kampanyayê de ev daxwaz cîh digirin:  "Bila nasnameya kurdan bê nasîn, zimanê kurdî bibe zimanê fermî, kurd xwe bixwe birêve bibin, bila mafê xwebirêxistinkirina kurdan bê dayîn. Ji bo kampanyayê li navçeyê dezgeha îmzeyan hate vekirin û rastî eleqeyeke mezin hat. Kampanya tevî rêxistina BDP'a navçê, rêvebirên KURDÎ-DER û şaredarê Tedwanê Abdullah Ok bi tevlîbûna girseyeke qelabalix dest pê kir. Beriya dezgeh bê vekirin bi kurdî û tirkî daxuyanî hatin dayîn. Rêvebirê KURDÎ-DER'ê dilgeş Deryaspî axivî û got; "Operasyon pirsgirêka kurd kûr dike. Lewma ji bo çareseriya pirsgirêka kurd 4 daxwaz gelekî girîng in. Ji bo çareseriyê divê diyalog û mûzakere dîsa destpê bikin."
Piştî daxuyaniyê dezgeha îmzeyan hat vekirin.

DÎHA/BÊDLÎS