
AZAD SIFO / ANHA/GIRKÊ LEGÊ
Komîte û Saziyên girêdayî Desteya Perwerde ya Kantona Cizîrê û Komîteya Perwerde ya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk), bê navber xebatên xwe yên têkildarî programên pêşxistina xebêtên perwerdehiyê û xurtkirina meteryalên nû di hemû dibistanên Kantona Cizîrê de, didomîne.
Saziyên Perwerdehiyê bê navber xebatên xwe didomînin. Di vê çarçovê de, bi taybet piştî biryar hat girtin ku dê meteryalên nû ji xwendekarên asta amadeyî re werin pêşkêşkirin, xebat rastî kedên mezin tê, di serî de perwerdekirin û amadekirina mamosteyan li ser dersdayîna meteryalên cuda yên astên hîndekariyê.
Li bajaroka Til Koçer a girêdayî Girkê Legê 116 dibistanên taxên bajarok û gundewarên wê, hatin tehmîrkirin û amadekirin da pêşwaziya mamosteyan bikin. Bi taybet gelek ji wan dibistanan dema çeteyên Cebhet El-Nusra bajar dagirkiribûn, li rastî rûxandinê hatibûn.
Komelgeha Perwerde, KPC-Demokratîk û Komîteya Rêveberiya dibistanan, bi alîkariya Desteya Perwerdeya Kantona Cizîrê re erka amadekirina dibistanan û xurtkirina asta mamosteyan, girtin ser xwe. Di vê çarçovê de, hejmara mamosteyên sala derbasbûyî gihişte 750’î. Ev hejmar du qatî bû. Bi nêzîkbûna sala bê ya xwendinê ya 2017/2018`an re ku di destpêka Îlonê de ye, gihişte 1 hezar û 400 mamosteyan.
Perwerdeyeke piralî
Dewreyên perwerdekirina mamosteyan ên havînê
Erka Sazî û Komîteyên Perwerde yên bajaroka Til Koçer, ne tenê têkildarî erkdarkirina mamosteyên nû di dibistanan de ye, lê belê erkê sereke amadekirina mamosteyan li ser pisporiya meteryalên nû ye. Bi taybet bi pêdagirtina Desteya Perwerde ku meteryên nû derbasî refên asta amadeyî bike re. Li ser vê esasê komîteyên têkildar, dewreyên havînê yên amadekirin û perwerdekirina mamosteyan organize kirin û 20 holên xwendinê, 2 dibistan ji dibistanên bajarokê hatin destnîşankirin.
Dewreyên havînê a mamosteyan ji dersên pisporiya li ser madeyên cuda yên meteryalên nû wek bîrkariyê, zimanê Erebî, zanist, çand û exlaq pêk tê. Her wiha dersên taybet ên li ser zanista perwerde û rêbazên dersdayîna materyalê û tevgera bi xwendekaran re tên dayîn. Li gor rayedaran dewre ji bo misogerkirina amadekirina mamosteyên ku karibin proseya perwerde li ser esasê proseya zanistî ya li ser prensîpên Netewa Demokratîk û avakiirna kesayeta mamosteyê erênî pêk bînin e.
Bi koordîneya bi Akademiya Ramanê ya şehîd Ristem Til Koçer re, mamoste dersên bîrdozî jî dibîn in.
Hejmara jinan zêde dibe
Tişta balkêş di xebatên amadekirina pêşwazîkirina sala nû ya xwendinê de, ew e ku hejmara mamosteyên jin ên navên wan di dewreyên havînê de hatine tomarkirin, li gorî salên derbasbûyî zêde dibin.
Endama Rêveber a Komîteya Dibistanan Rena El-Casim Izet dest nîşan kir ku sedema zêdebûna beşdarbûna mamosteyên jin di proseya perwerdehiyê de, serkeftina jinê ye û bi giştî ji qeyd û bendên adetên pevneperest ên civakê ku li herêmê hatibûn belavkirin jin xwe rizgar dikin. Bi taybet bi bicihanîna rêgezên azadiya civakî û xurtkirin û zêdekirina çalakiyên hişyarkirina jinê zêde dibin. Her wiha Rena diyar kir ku hejmara mamosteyên jin îsal 600 mamoste derbas kiriye.
Komelgehek taybet li bajaroka Cezaa
Ji xebatên sereke ên saziyên perwerdehiyê yên bajaroka Til Koçer, ji nû ve destpêkirina projeya perwerdehiyê li herêma Cezaa bû. Ev yek bi taybet ji bo zarokên bajarok û gundewarên wê ku di nava çend salên debasbûyî de ji perwerdeyê hatibûn mehrûmkirin, projeyeke girîng e. Heta ku zarokên herêmê karibin salên xwendina ji destê wan çûye vegerînin, pêdivî bi programên taybet hene. Li ser vê esasê jî niha saziyên perwerdehiyê 400 mamoste dest nîşan kirine ku beşdarî dewreyên havînê bibin da ku dersan bidin xwendekarên bajarok a Cezaa û gundewarên wê.
Li gor Endamê Rêveber ê Komîteya dibistanan a bajaroka Til Koçer Salim Xelef El-Hemîd, ya girîng avakirina komelgeheke perwerdehiyê ya taybet a bajaroka Cezaa ye da ku çavdêriya projeya perwerdehiyê bike.