Di çarçoveya kapmanyaya îmzeyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah li qada navnetewî hatiye destpêkirin de, li Rojavayê Kurdistanê jî xebatên komkirina îmzeyan dom dikin. Li bajarê Tirbespiyê heta niha 30 hezar û 100 îmze hatine komkirin. Komîteya berhevkirina îmzeyan diyar kir ku, li herêma Sinceq 10 hezar û 700, li herêma Aliyan 6 hezar û li navenda Tirbespiyê 13 hezar û 400 îmze hatin berhevkirin.
Komîteya Îmzeyan destnîşan kir ku, hemû welatiyên Ereb, Suryanî û Kurd eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê daye û tevlî xebatan bûne.
Li Kelekê îmze hatin komkirin
Li navçeya Kelekê ya Hewlêrê di navbera 7-8’ê Tîrmehê de di çarçoveya kampanya îmzeyan a azadî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li qada navnetewî hatiye destpêkirin û li Başûrê Kurdistanê jî serê meha Gulanê hatî destpêkirin, 2 hezar û 800 îmze hatin berhevkirin.
Di derbarê mijarê de, li ser navê însiyatifa kampanyaya îmzeyan Selman Mehmûd û Vîyan Şoreş daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, gelê navçeya Kelekê kampanyaya îmzeyan bi germî pêşwazî kir û hemû beşên civakê beşdarî kampanyayê bûne. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, qeymeqamê navçeyê Rizgar Gerdî jî keyfxweşiya xwe anî ziman.
TIRBESIPIYÊ/HEWLÊR