Şerekî wisa ku zêdetirî Tirk pê re şaş in. Lewre kes ne li bendê bû. Kes nedihesiband. Lê va nêzîkî du sal e ku li Tirkiyê şerekî çînî dest pê kiriye, didome... Hê şereke bêçek e, lê di nav xwe de potansiyeleke wisa mezin ve bar e ku, êhtimaleke mezin dê vegere şereke biçek jî...
Nîşaneyên vî şerê bi Gezi'yê ve destpê nekir. Berî Geziyê jixwe çirûsdaniyek pêketî bû. Hêdî hêdî keliya, hêdî hêdî pijiya... Xwe bixwe çênebû, bi sedemên civaknasiyê û dîrokî ve girêdayî bû, bi salan têr û tijî bûbû.
Îja ka werin em hinekî ji van sedeman re pîçek ji nêz ve binêrin.
***
Heya niha hin civaknas ku digotin "PKK li himberî kevneparêziya Tirkiyê şereke çînî jî didomîne", hin kes wek bi çavekî piçukdîtî ve lê dinêriyan. Lê ev yek rast bû. Tenê bi mafên netewî ya civakekî ve girêdayî bûn, ji hebûna PKK'ê ve tezad bû. PKK, ji roja damezrandina xwe bigirin heya îro, li ser wekheviyê, dadmendiyê, azadiyê û demokrasiyê ve birdoziya xwe ava kirîbû, ji parastina nirxên şaristanî û pêşvebirina van nirxan hewldaneke bêhempa dişopand. Her tevgerîn, her têkoşîn, her berxwedaniya PKK'ê binêrin, her şêhîdên wê ya ku li girtîgehan be, li çiya û li ku derê dibe bila bibe, ew kesên ku bi dilekî bihişmend li ser mirinê ve meşiyane lê binêrin, her gotin, şêwaz, tevgera wan bi pêmayî ya şoreşeke cîhanî, pêmayî ya şareşeke dîrokî ve tê û tijî ye. Di naveroka vî şoreşê de tenê mafê gelekî, anko em bêjin Kurd nîn e. Ji ber wê, şerê Kurdistanê, di heman demê de şoreşê Tirkiyê bû. Lê zêdetirî Tirk bi vê yekê ve pênesiyayî bû.
Baş e, lê îro çi dibe? Ya kû îro dibe, pêhesiyayîbûn a rewşê pêk tê. Gelê Tirkiyê, hêdî hêdî pêdihese ku; li Tirkiyê sîstemeke zordestî û desthilatdariyê heye, ev pergala tund gelê Kurd dihincirîne, karker di bin zextan de dinalîne, di serî de Elewîtî, li ser temam baweriyan fişar datîne, hemû nasname û hemû potansiyela mirovî bizincîr dike... Ev pêhesîbûn, bi xêra rawestina şerê PKK gihaşt zelaliyê. Heta ku PKK bi vî pergalê ve tenê bi ser xwe tekoşînek dimeşand, wê demê nakokiyên bi vî rengî hema wisa zûbizû nedixuya. Ev jî ne tiştek, bi vî tekoşînê ve xewa çîna Rojavayê Tirkiyê hê kûr dibû. Her ku gundê Kurd dihat şewitandin, ew ji bo desthilatdarên Tirkiyê dibû amûrek û li ser xewa gelê Tirkiyê xeweke hê kûr dihat reşandin.
Gava ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pîçek rawestin hate holê, ew xew bi aveke sar ve şiyariyek ve bidawî bû. Îja şer ji hêla Rojavayê Tirkiyê ve wirwiriya. Îja desthilatdar hê tundiya xwe tûj dikin. Ji ber ku karê wan wekî kuştina Kurdan ne "erzan" e.
Îja karê muxalefeta Tirkan jî dijwar e. Ji ber ku ew jî pêhisiyayek dijîn lê, hema wisa zûbizû nikarin bilêv bikin, her ku barê li s er wan zêde dibe, tekoşîna Kurdan jî hê baş fêhm dikin û di nav rastiyê de dipijin.
***
Berî Parqa Gezî jî germahiyek destpêkirîbû lê, dîsa jî em bi Gezi'yê ve bihijmêrin; Parqa Gezî yek, Soma du, çalakî û berxwedaniya Okmeydani, her wiha kolan û kuçeyên hin bajaran, sê... Bi van û wekî bi van re, li Tirkiyê hişyariyeke şoreşî destpê dike. Ev şiyarbûn, di heman demê de şoreşeke hişmendiyê ye jî...
Pîroz e... Lê ev rewş, bar li ser Kurdan hilnatîne. Kurd, salan e her çiqasî bi van bûyeran ve bihişmend bin jî, roj roja îro peywir ya wan e jî... Ya me hemûyan...
Li Tirkiyê şoreşa hişmendiyê
Şerekî li himberî zordestî û dîktatoriyê... Şerekî navxweyî... Şerekî çînî...