Li parlemena Ewrûpayê 15. Konferansa Kurd bi ser navê li Tirkiyeyê “Hiqûq û destûra bingehîn nemaye!” doh destpêkir.Di konferansê de parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, siyastmedar, parlementer û nûnerên gelek sazî û rêxistinan amade bûn.

Panela destpêkê ya konferansê bi navê “Tirkiye bûye dewleteke ku ji hiqûqê bêpar maye” pêk hat. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Hevseroka Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, ji Elmanyayê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasan Thomas Schmîdt, ji Îtalyayê Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî Gîannî Tognonî li panelê axivîn.

Êşkence her tim hebû

Akin Bîrdal moderatoriya konferansê kir û bal kişand ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê û cîhanê. Hevseroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê Gulseren Yolerî qala binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir û got, “Li Tirkiyeyê êşkence her tim hebû, lê van salên dawî girantir bû.”

Tirkiye êdî dewleteke hiqûqê nîne

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turdogan jî got:”Li girtîgehên ku cihê 211 hezar kesî heye, 260 hezar kes tên girtin, lewma gelek girtî ji bo razanê jî li benda dorê dimînin.”

Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî got, li Îmraliyê her tişt her diçe xerabtir dibe û Tirkiye êdî dewleteke hiqûqê nîne.

Çima vê biryarê ji nedîtî ve tê?

Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmîdt jî diyar kir, ew dixwazin sînyaleke xurt bidin Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê. Schmîdt bal kişand ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya li ser PKK’ê û got, “Gelo Yekîtiya Ewrûpa çima vê biryarê ji nedîtî ve tê?” n BRUKSEL