GOKAN ONER/ÎZMÎR/DÎHABER


Mamosteyên resîmê yên teqawît bûne Muzeyyen û Yazuz Koçoglu ku hevserê nevin, li navçeya Seferihisarê bi hunera keviran ruh didin keviran. Muzeyyen û Yavuz Koçoglu ku ji ber fikrên xwe ji navçeya Seferihisarê sirgûnî navçeya Kîrazê hatin kirin, dîsa her roj di navbera Seferîhîsarê û Kîrazê çûn û hatin. Hevser Koçoglu ku Seferihisar terk nekirin, li aliyekî mamostetî kirin li aliyê din ji sala 1979'an û vir ve dest bi hunera keviran kirin û dirûv û ruh dan keviran. Muzeyyen û Yavuz Koçoglu 38 salin hunera keviran pêş dixin û heta niha nêzî 150 hezar kevir bi dirûv û ruh kirin. Muzeyyen û Yavuz rastî eleqeyek mezin tên û her kes wan wekî “Zilam û jina kevir" dinasin. 


Huner ronîkirina tarîtiyê ye

Muzeyyen diyar kir ku ew bi hunera xwe hewl didin peyamekê bidin û huner û polîtikayê dikin yek. Koçoglu, da zanîn ku her fîgur û hunereke keviran xwedî çîrokek e û got: "Hêza hunerê pirr mezin e. Ew zimanê gelek tiştan e. Ez niha bi dildarî li komeleyekê dersa hunerê didim. Em hewl didin ji bo civakê bibin fêdeyek. Niha me li Seferihisarê dest bi hunera dîwaran kiriye û em dîwaran dineqişînin. Em hewl didin ku di nava civakê de xweşî û aramî hebe. Mirov hêjayî cîhaneke xweş û aram e. Lê mixabin li Tirkiye 15 salin qîmetê nadin hunermendan. Huner li dijî dijminantiyê, li dijî paşverûtiya civakê, rabaza ku civak li ser piyan bimîne ye. Dibe ku îro li qadan peykeran rakin, şeklên Rabia dînin. Lê tu carî huner nayê asteng kirin. Ji ber ku huner her dem civakê araste dike û rê dide pêşiya civakê. Huner li dijî tariyê her dem dibe ronahî.