
Li paytexta Japonya Tokyoyê îro 1. Konferansa Navnetewî ya Kurd pêk hat. Li gel siyasetmedarên Japon û siyasetmedarên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê jî nûnerên partiyan di konferansê de hazir in. Her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî yên Japon, wekîl, nûçegihan û rêxistinên saziya sivîl jî hatine vexwendin. Di konferansê de Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv jî amade bû. Siyasetmedarên Kurd piştî resepsiyonê bi Dîrektorê Wezareta Karê Derve ê Japon, Efrîkaya Bakur a Rojhilata Navîn Tsûka Uemûra re rûniştin. Di rûniştinê de ji bo Federasyona Bakurê Sûriyê û têkoşîna dijî DAIŞ’ê ji hikûmeta Japon alîkarî xwestin. n TOKYO