Îsal Fuara Pirtûkan a Navnetewayî ya Stenbolê TUYAP cara 30'emîn hate vekirin û ji fuarê wek ji weşanxaneya ku herî zêde eleqeyê dibîne Weşanxaneya Aram e. Standa weşanxaneyê ku bi pirtûkên Kurdî ji bo kesên ku dixwazin ferî Kurdî bibin derfetê dide qet vala namîne. Herî zêde jî ciwan eleqeyê nîşanî pirtûkên bi Kurdî didin. Koordînatorê Weşanên Aram Mehmet Emîn Teymur ji eleqeya ciwanan kêfxweş e û ev eleqeyê bi temaya fuarê ya "Hêvî: xeyal e yan rastî ye" ve girêdide. Temur anî ziman ku li gorî sala borî îsal eleqeyeke zêde dibînin û ji ber vê yekê jî kêfxweş in.
Temur diyar kir ku girtina weşanger Ragip Zarakolu di bin navê KCK'ê de wekî siyekî ketiye li ser TUYAP û Tirkiyeyê destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku mamoste Ragip di demeke kin de bê berdan û bigîhîje pirtûkên xwe. Temur got ku pirtûkên wan ên "Şeva Çaran" û romana parlamenterê BDP'ê ya Mûşê Demîr Çelîk a bi navê "Çavên min di azadiya te de ma" ku ji bo TUYAP'ê amade kiribûn jî eleqeyeke mezin dibînin. Teymur got ku li standê pirtûkên ku herî zêde eleqe dibînin jî ev in: "Pirtûka Rojbîn Perîşan a bi navê Li bendatemayîn, lorîka rondikên min bûn; pirtûka Alî Koç a bi navê Ji Dewleta efendî ber bi civaka demokratîk; pirtûka Sînan Şahîn a bi navê Îslama kê?; pirtûka Mehhek Saît Yildirim a bi navê Di Destpêka şaristaniyê de çand û Kurd; pirtûka Cahît Îlboga ya bi navê Konfederalîzma Demokratîk, di civakîbûnê de rol û girîngiya makebûnê."

Temur diyar kir ku bi taybetî jî pirtûkên bi Kurdî eleqeyeke mezin dibînin û herî zêde jî ciwan eleqe nîşanî pirtûkên Kurdî didin. Temur da zanîn ku roja yekemîn panela bi navê "Wêje û Zimanê Kurdî" hatiye lidarxistin û herî zêde jî ciwan beşdarî panelê bûne. Temur wiha axivî: "Ciwan êdî eleqeyî nîşanî ziman û dîroka xwe didin. Armanca me jî ew e ku di navbera paşeroj û pêşerojê de pireyekî ava bikin. Ji ber ku ciwan eleqeyê nîşanê dîrok û zimanê xwe didin em pir kêfxweş in." Temur derbirî ku di nava pirtûkên Kurdî de jî pirtîkên Yaşar Eroglu ya bi navê Qewdek Sosretî; pirtûka Hogir Berbir ya bi navê Siya Şikestunê, pirtûka Pîrhat Felat a bi navê Roj Çu Ava Dereng e eleqeyeke mezin dibînin.

STENBOL