Kongreya Meclîsa Perwerdehiyê bi beşdariya 70 delege û mêvanên ji saziyên sivîl û demokratîk, roja 9’ê îlonê de kongreya xwe Amedê li dar xist. Di kongreya ku diyarî giyanê pak ê rojnamevan Mazlum Erencî hatibû kirin de pirs û pirsgirêkên xebatên perwerdehî û hîndekariya Kurdî hatin nîqaşkirin. Ji bo dema nû bername û plansaziyeke xurt hat diyarkirin. Di encama kongreyê de Rêveberiya Meclisa Perwerdehiyê hat hilbijartin. Di kongreyê de rapora xebatên Meclîsa Perwerdehiyê hat xwendin. Li gorî vê raporê TZPKurdî di warê hîndekariya zimanê Kurdî de xebatên girîng pêk anîne, di nav salekê de 7 hezar kes beşdarî xebatên atolyeyî yên hîndekariya zimanê Kurdî bûne.
Kongreya Sêyemîn a TZPKurdî jî di rojên 10 û 11’ê îlona 2011’an de bi beşdariya 120 delege û hinek mêvanan pêk hat. Ev kongre jî diyarî giyanê pak ê malbata Hesen a ku li bajarê Ranyayê, gundê Kortekê bi êrîşa balafirên Tirkiyeyê hat qetilkirin, hat kirin. Kongreyê bi rêzgirtin, axaftina vekirinê ya dîwanê û mêvanan dest pê kir. Di kongreyê de rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û rewşa zimanê Kurdî hat nirxandin. Di nirxandinên siyasî de hat gotin ku hêzên desthilatdar ên hundirîn û navneteweyî li şûna ku hêvî û daxwazên gelan li ber çavan bigirin, berjewendiyên xwe li ser gelan ferz dikin. Beşdaran da zanîn ku Rojhilata Navîn bi gelemperî û li Kurdistanê jî bi taybetî rûdan û qewimînên dîrokî pêk tên. Li gorî vê rewşê hêzên statûkoparêz ên herêmê, hêzên sermayedar ên navneteweyî û hêzên azadîxwaz sê bereyên cuda pêk tînin. Her wiha hat gotin ku dê rewş û çarenûsa vê herêmê di encama şer û pevçûnên her sê bereyan de diyar bibe. Her wiha li gorî nirxandina beşdaran Tevgera Kurdan li Rojhilata Navîn pêşengiya bereya azadiyê dike, lewre jî têkoşîna gelê Kurd ji bo demokrasî û azadiya herêmê diyarker e.

‘Ji bo aştiyê divê  muzakerê dest pê bike’
Ji bo Kurdên li Tirkiyê jî hat gotin ku di gel hemû hewldanên çareseriyê yên tevgera Kurd û Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan jî kêşeya Kurd ji ber helwesta hêzên desthilatdar ên Tirkiyeyê xitimiye. Hat gotin ku dê deriyê aştî û azadiyê bi têkoşîna gelê Kurd vebibe û di vî warî de helwest û têkoşîna qada ziman û perwerdehiyê girîng e. Lewre jî divê hemû têkoşerên zimanê Kurdî asta beşdariya xwe berztir bikin û ruhekî şoreşgerî beşdarî xebatan bibin. Delegeyên kongreyê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan û xwest ku ji bo aştî û çareseriyê di zûtirîn katê de ev tecrîd bi dawî bibe û daxwazên birêz Ocalan ên bi rengê „Ewlehî, tenduristî û azadiya tevgerînê“ bên pejirandin û ji bo aştiyê muzakerê dest pê bikin. Her wiha beşdarên kongreyê îlankirina xweseriya demokratîk ji hêla KCD’ê ve silav kir û xwest ku ji bo avakirina pergala xweseriya demokratîk plan û proje bên amadekirin, nemaze di warê avakirina pergala perwerdehiyê de xebat zêdetir bibin.
Piştî nirxandinan rapora xebatên gelemperî yên TZPKurdî hat xwendin. Li gorî agahiyên di raporê de xebatên TZPKurdî geşe dane û gihîştine asteke baş. Lê belê li gorî pêdiviyên civaka Kurdî û asta têkoşîna azadiya gelê Kurd hîn pir qels û lawaz in. Di kongreyê de beşdaran bal kişand ser girîngiya parastin û pêşvebirina zaravayê kirmanckî.
Delegeyên kongreyê xwestin ku TZPKurdî ji bo kirmanckî cudakariya pozîtîf pêk bîne û di demeke kurt de konferanseke taybet di der barê zaravayê kirmanckî de li dar bixe hate kirin. Delegeyên Kongreya Sêyemîn a TZPKurdî bang li pêşeng û siyasetmedarên Kurd kir ku li gorî rol û peywira xwe tevbigerin, di asteke bilind de li zimanê Kurdî xwedî derkevin. Ji bo vê yekê jî hat xwestin ku di serî de hemû hilbijartiyên Kurd, hemû rêveber û pêşengiyên sazî û dezgehên Kurdî tevî malbat û zarokên xwe beşdarî plansaziya çalakiyên vekirina dibistanan bibin. Kongreyê biryar da ku di navbera 19 û 25’ê îlonê de ji bo geşkirina têkoşîna zimanê Kurdî banga boykotkirina dibistanan û pêkanîna hin çalakiyên mîna meş, daxuyanî û kursiyên azad were kirin.
Di kongreyê de helwesta girtiyê şoreşger Tonguç Ok ê ku di hucreya xwe ya zîndanê de xwe bi xwe hînî zimanê Kurdî bûye û berhemên markîst werdigerîne zimanê Kurdî, wekî helwesteke nimûneyî ya biratiya gelan hat nirxandin û ew wekî endamê rûmetê yê TZPKurdî hat pejirandin. Piştî rexne û nirxandinên beşdaran hilbijartina endamên organên TZPKurdî dest pê kir. Di hilbijartinê de endamên Desteya Ahengîsaz, Desteya Bîrdoziyê, Dîwana Edaletê û meclîsa lêkolînê hatin hilbijartin. n DÎHA /AMED

Biryarên kongreyê
‘’l Ji bo pêşxistin û xurtkirina hişmendiya zimên, pêdivî bi kesên pispor û di asta akademîk de xwedî zanîn û danehevan heye. Ji bo peydakirina van kesan jî pêdivî bi amadekarî û binesaziyeke bi rêk û pêk heye. Divê ji bo vê yekê xebatek bê meşandin.
-  Ji bo mufredat û bernameyeke tekûz û bi rêk û pêk divê di hemû beşên zanistê de xebat bên meşandin.
-  Divê ferhengeke Kurdistanî ku hemû peyvên zaravayan di xwe de bihundirine, piştî lêkolin û lêgerînên hûr û kûr were amadekirin
-  ji bo zimanekî hevgirtî, divê rewşenbîr, nivîskar û kesên zimanzan di berhem û nivîsên xwe de bêyî ku yên din werin jibirkirin, peyvên hevpar bikar bînin; mînak: (sotin) di hemû zaravayan de hevpar e. Heman nêrîn ji bo weşan û çapemeniyê ji derbasdar be.
-  ji bo zimanekî hevgirtî divê akademiyeke ku li ser hemû zaravayan lêkolînan bike, biparêze û bi pêş bixe, were vekirin.
- Di çarçoveya pergala Xweseriya Demokratîk de, li gorî pêdiviyan divê li bajar, navçe û gundan, bingeha vekirina dibistanan bê avakirin.
-  TZPKurdî xebatên Artûkliyê wek xapînoskî dibîne bi awayekî zelal Artûkliyê teşhîr dike û bang li zimanhezan dike da ku tevlî xebatên wan nebin.
- TZP Kurdî dê di hemû xebat û têkiliyên bi saziyên fermî û sivîl re du zimanan bikar bîne
- TZPKurdî dê bi lezginî ji bo pirtûkên hemû beşên zanistiyê xebatê bide destpêkirin.
- Rêveberiya Meclîsa Perwerdehiye li ser navê hemû mamosteyên zimanê Kurdî dê serî li KCD’ê bide û diyar bike ku mamosteyên me bi her awayî amade ne ku di pergala xweseriya demokratîk de perwerdehiya bi zimanê Kurdî bidin.
- Dê TZPKurdî li ser zimên û pişaftinê xebateke zanistî bike.
- TZPKurdî ji bo ku mafên xwe yên zimên ên navneteweyî bi dest bixe, dê di her warî de çalakiyên cuda cuda li dar bixe.
- TZPKurdî dê ji bo tekûzkirina perwerdehiya zimanê zikmakî girîngiyê bide gihandina mamosteyan.
- Dê TZPKurdî ji bo Komîsyona materyalên perwerdehiyê cihekî navendî diyar bike.
- Jibo ku zimanê Kurdî di her qadê de bibe zimanê jiyanê TZPKurdî dê pêşeng, hişyarker û baldar be.
- Dê TZPKurdî li gor pergala Xweseriya Demokratîk bername, plan û projeyên xwe derbixe.
- Dê Ji bo dimlî komxebatek bê lidarxistin ku di hemû aliyan de hevgirtinek pêk bê.
- Divê li ser hemû sazî û tevgerên gêrêdayiyê KCD’ê Kurdî bê ferzkirin. TZPKurdî amadeye ku ji hemû xwestekên hîndekarî û perwerdehiya saziyan re bibe bersiv.
- Dê TZPKurdî hewl bide ku ji bo zarokan fîlm û xêzefîlman amade bike.
- Dê jibo lêkolîna herdû zaravayên bakûr komîsyoneke zanistî bê amadekirin.“