Li bajarê Elmanyayê Ulmê wekî hefteyên bihurî ji bo balkişandina ser tecrîdê û grevên birçîbûnê, roja sêşemê dîsa nobeta hişyariyê hate girtin.
Çalakî li navenda bajarê Ulmê hate lidarxistin û pankarta ‘Em piştgiriyê didin daxwaza mafdar a Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê’ nivîsandî hat hilgirtin.
Di çalakiyê de sloganên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ û ‘Leyla Guven mafdar e’ hatin gotin.
ADHF, AGÎF, ATÎF, ADHF, NCDK, MLPD, Antîfa û SYKP’ê piştgirî dan çalakiya nobetê ya roja Sêşemê.
Komîteya amadekar a çalakiyê diyar kir ku ew ê her Sêşem li heman cihî û di heman saetê de çalakiyê li dar bixin.
ANF / ULM