Li ser navê Partiya Çep Magnus Svensson û Şêwirmenda Perwerdeyê ya Tevgera Heyva Kesk Kristina Rosen jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser zêdebûna dijminahiya biyaniyan û nîjadperestiya li Ewropayê û destnîşan kirin ku ew piştgiriyê didin têkoşîna gelê Kurd. Hunermendên Kurd Ferhat Kanat, Kadîr Çelîk, Sîdar Yîgît, Mîran û Koma Surgun jî bi stranên xwe reng dan festîvalê. Kurdistanî û Swêdiyan li ber stranên hunermendan govend gerandin. Di festîvalê de ji Stockholm, Gavle û bajarên din ên Swêdê gelek Kurdistanî û jinên ji Tevgera Goranê amade bûn.
STOCKHOLM