
Li Ûrûgûayê yekemcar agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, endamên çapemeniyê, nûnerên saziyên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîka tevlî bûn.
Di destpêkê de resepsiyonek hat dayîn û hunermend Sosin konserek da. Di resepsiyon û konserê de, tevî parlamenteran gelek siyasetmedar, akademîsyen, hunermend, endamên çapemeniyê, nûnerên saziyên mafên mirovan, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîka amade bûn.Muzeya Koçberiyê ya Montevîdeo/MUMI malovanî ji pîrozbahiyê re kir. Li hewşa muzeyê agirê Newrozê hat dadan û ev yek bû yekem agirê Newrozê ku li Ûrûgûayê geş dibe. Qada Newrozê bi pankartên bi nivîsa “Newroz Pîroz be/Feliz Newroz ve Berxwedan Jiyane/La Resistencia es Vida” yên bi zimanê Kurdî û Spanî, bi weneyên Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan hat xemilandin.Di pîrozbahiyê de, xwarinên Kurdî ku bi pêşengiya şefê herî navdar ê Ûrûgûayê Nîcolas de Marîa ve ji aliyê ekîbekê hat amadekirin, pêşkêşî beşdaran hat kirin.
Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Latîn Amerîkayê Melîke Yaşar, Şaredarê Montevîdeo Carlos Vavrela Ûbal, Şef Nîcolas de Marîa û ji amadekaran Mehmet Tarhan axivîn.
MONTEVIDEO