Festîvala Fîlman a Venedîkê di navbera 31´ê Tebaxê û 10´ê Îlonê pêk hat, bi belgefîlma ´Our War´ malovaniya sê şervanên YPG´ê kir. Belgefîlma ´Our War´ çîroka tevlîbûna kevne piyadeyê deryayî yê Emerikî Joshua Bell, komunîstê Îtalyanî Karim Franceschi û parazvanê Swedî Rafael Kardarî vedibêje. Her sê kesên ku di belgefîlmê de behsa wan tê kirin, bi cilên Kurdî û YPG´ê tevlî festîvalê bûn. Gava her sê şervan li ser xaliya sor derbas dibûn, hin kesan bi pankartên “Erdogan Terorîst” ew pêşwazî kirin. Her wiha derhênerê belgefîlmê Benedetta Argentieri jî û her sê qehremanên belgefilmê jî li ber girseyên ku pankarta “Terorrîst Erdogan” hildigirtin, wêne girtin.
Belgefîlma ´Our War´ derveyî pêşbirkê di festîvalê de hat nîşandan. Yek ji sê hev-derhênerên film Benedetta Argentieri ji bo her sê şervanan dibêje “Di nava her sêyan de tiştek hebû, wan dixwest şer bikin. Lê belê, pê re pê re, wan dest pê kir ku bi rastî pûte û girîngiyê bidin bi wê tişta ku Kurd ji bo wê têdikoşin— ne bi tenê DAIŞ, lê belê tevahiya îdeolojiya li paş Rojava.”
VENEDÎG