DORTMÛND: Li bajarê Elmanya Dortmûndê, “darbeya destnedanê” ya AKP/Qesrê li hemberî HDP’ê kir, bi meşekê hat şermezarkirin. Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Rozerîn pêk hat û zêdeyî 300 kes tevlî bûn. 

NURNBERG:  Li bajarê Elmanya Nurnbergê, rêxistinên li pêşiya Lorezkîrche li hev civiyan, li dijî rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Forûma Aştiyê ve hat organîzekirin û nûnerên gelek saziyên Elman mafê axaftinê wergirtin.

Piştî pêkhateyên Forûma Aştiyê, li ser navê saziyên pêkhateyên Yekîtiya Hêzê Berdevka Mala Gel a Medya Dîlanê got, “Yekîtiya Ewropa jî ji bo sîstema serokatiyê ya Erdogan dibe amûrek. Divê Yekîtiya Ewropa derhal ji vê şaşîtiya xwe vegere û destekê bide Pêvajoya Aştiyê.” Çalakî piştî vê daxuyaniyê qediya.

DUSSELDORF: Li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê, Kurdistanî û dostên pêr li hev civiyan û ji bo parlamenterên HDP’ê yên bi darbeya 20’ê Adarê destnedana wan hat rakirin gotin ‘hûn bi tenê nînin.’ Çalakî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê-Elmanya (YJK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê hat lidarxistin û Komeleya Elewiyan a Dusseldorfê, Partiya Marksîst, Lenînîst Komunîst a Elmanya (MKPD), Plafroma Jinên Rûken û derdorên şoreşger û demokratîk destek dan. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

RENNES:  Li bajarê Fransa Rennesê jî bi pêşengiya Ciwanên Azad û CDK meşek hat lidarxistin û rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê hat şermezarkirin. Çalakiya ku Partiya Komunîst a Fransayê jî beşdar bû, saet di 19:00 de li Place du Colombîerê destpê kir û li Plance de la Maîrîe qediya. Di çalakiyê de li ser polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê belavokek hat xwendin. Ciwanan her wiha Nûnertiya Rojava ya li Parîsê hat vekirin, silav kirin.  

Li bajarê Fransa Nantesê, darbeya AKP hat şermezarkirin.

OREBRO: Bi armanca şermezarkirina rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê, Kurdistaniyên li bajarê Orebro yê Swêdê dijîn, mîtîngek li dar xistin.Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Ridvan Altûn bang li hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kir, ku li hemberî operasyonên qirkirinê helwestê nîşan bidin.  

 

NAVENDA NÛÇEYAN