Çalakiyên rûreşkirina Bêbextiya Navneteweyî ya 9´. Cotmehê ên bi pêşengiya TJK-E´yê doh li Awusturyayê dest pê kir. Li paytext Viyanayê, li meydana Stephansplatzê kon hat vedan û sloganên şermezarkirina komployê hatin gotin. Çalakî wê heta 9´ê Cotmehê dewam bike û bi belavokên bi Ingilîzî û elmanî xelk derbarê komployê de de wê bê agahdarkirin. 9´ê Cotmehê li cihê çalakiyê wê mîtîngek bê lidarxistin. Wekî din çav li rê ye ku 13´ê Cotmehê jî meşeke girseyî ji bo şermezarkirina komployê bê kirin.

 

VIYANA