• ”Tîmên girtina dîmenên xwepêşandêran” û ”çalakiyên aloziyê yên eskerî organîzekirî” li gorî wezîrê karê hundir ê Awusturyayê Nehammer nîşan didin ku MÎT´ê di organîzekirina êrişên li dijî xwepêşandanên Kurdan û çepgiran de cihgirtiye.
Wezîrê karê hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer got, li ber destê wan nîşan û delîl hene ku dibêjin, MÎT´a Tirk destê xwe di êrişên faşîstên Tirk li dijî çalakiyên Kurdan û çepgiran ên li Favoriten a Viyanayê de heye. Wezîrê Karê hundir nexasim jî bal bire ser tîmên baş birêxistinkirî yên ku çarşema êriş pêk hatî dîmenên xwepêşandanê girtin. Li aliyê din serokwezareta welêt xwestibû bi nijadperestên Tirk û Kurdan re li ser meseleyê bicive, lê rêxistinên Kurd û çepgir bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku ew ê li ser heman maseyê bi faşîstên Tirk re rûnenên. Hefteya bihurî faşîstên Tirk êriş biribûn ser gelek xwepêşandanên Kurdan û çepgiran ên li paytexta Awusturyayê Viyanayê. Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz li ser vê dewleta Tirk sûcdar kiribû ku bi tesîra xwe ya li ser Tirkên li Awusturyayê îxtîlafê li nava civaka welatê wî diçîne. Lê niha wezîrê wî yê Karê Hundir agahiyên din parve kirin. Li gorî wî nîşan û delîlên têkiliya MÎT´a Tirk bi êrişan re nîşan didin hene. Wî da zanîn ku li ser meselê niha Komîsyoneke Taybet tevî têkiliya bi îstîxbarat navxweyî (Parastina Destûrê) lêkolînan dike. Aloziya eskerî organîzekirî Wezîr Nehammer got, wan hin ”tîmên belgekirinê” dîtine ku berê kamerayên wan tenê li xwepêşandêran bûye. Li aliyê din wan çavdêrî li hebûna ”Çalakiyên aloziyê yên eskerî bi rêxistinkirî” yên êrişkarên Tirk kiriye. Wezîr got, bi vê yekê hewl hat dayîn ku hêzên polês ji hev bên parçekirin û li deverên din nuqteyên nû yên aloziyê bên çêkirin. Armanc jî ew e ku bi vî awayî karibin êrişa xwe ya li dijî xwepêşandarên Kurd û çepgiran bibin serî. Wezîr da zanîn ku ew ê hin agahiyên din kite bi kite roja înê (sibe) eşkere bikin. Wezîr got, heger îsbat bibe ku MÎT´a Tirk li pişta van êrişan e, ew ê ”xwe lê ranegirin.” Em bi faşîstan re nayên cem hev Serokwezareta Awusturyayê berê dabû zanîn ku ew dixwaze bi nijadperestên Tirk û aliyê Kurd re rûne. Lê belê rêxistinên Kurd tevî gelek rêxistinên din ên demokrat bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew û faşîstên Tirk wê li ser heman maseyê neyên cem hev. Di nava Yekîtiya Piştgiriyê ya Antîfaşîst de 33 rêxistinên Kurd, çepgir, femînîst, Elewî û Tirk hene. Wê di daxuyaniya xwe de got, ”Em bi faşîstan re û bi wan kesan re ku pesnê faşîzmê didin, nayên cem hev.” Emma Roth, Selma Schacht û Mamo Mirzani daxuyanî da û helwêsta çapemeniya Awusturyayê jî rexne kir ji ber ku cih nedaye dengê mexdûran. Yekîtiya Piştgiriyê ya Antîfaşîst ragihand ku ew jî destekê dide meşa bi pêşengiya jinan a roja înê (sibe) li Viyanayê li dijî şideta beramberî jinan, nijadperestiyê û faşîzmê li dar dikeve. VIYANA